Derar: Encamnameya Astana 16 provokasyonên li dijî herêmê ne

Riyad Derar piştrast kir ku encamnameya dawîn a civîna Astana 16, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha diyar kir ku ne dûr e bûyerên din li dijî herêmê biqewimin.

Derar: Encamnameya Astana 16 provokasyonên li dijî herêmê ne
9 tîrmeh, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Her sê aliyên Astanayê, Tirkiye, Îran û Rûsya di 8`ê Tîrmehê de civîna Astana ya 16 li dar xist. Encamnameya civînê ji yên berê ne cudatir bû ku zimanê dijminane li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bikaranîn. Her sê serokan got ew pabendî serweriya Sûriyê ne li gel ku ev her sê dewlet di sêrî de dewleta Tirk bi salan e serweriya Sûriyê bin pê dike.

Her sê dewletan bi rêya encamnameya civînê careke din dijminatiya xwe ya li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da û Rêveberiya Xweser bi xwecûdakirinê tawanbar kir.

Dewleta Tirk derdora ji sedî 12 a rûbera Sûriyê dagir kiriye, Rûsya bi hikumeta Şamê ya lawaz re gelek lihevkirin îmze kirin ku bi rêya wê, welatê Sûriyê yê parçekirî, xistiye bin serweriya xwe.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ajansa me re têkildarî vê mijarê axivî û got: “Heman navaroka encamnameyên civînên berê ye. Hemû jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. bi nêrîna min wê şerek an êrişeke din pêk were.”

Derar bal kişand ser hevsengiya di navbera kirinên Îtîlafa Sûriyê û her sê aliyên Astanayê û got: “Diyar e ku nûnerên Îtîlafê siyaseta Astanayê erê dikin. Bi wan kaxizan dilîzin ku tevlihevî û fitne û pirsgirêkan li herêmê derbixin."

Derar piştrast kir ku her sê aliyên Astanayê planên demdirêj li gel tunebûna Amerîka û Ewropayê amade dikin û wiha pê de çû: “Gelek pirsgirêk wê rû bidin divê em li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA