Beşdarvanên komxebatê: Ger yekîtiya Kurdan pêk neyê doza kurdî di xeteriyê de ye

Beşdarên komxebata diyalogê bûne gotin lidarxistina komxebatê pêngaveke girîng û pêwîst e. Her wiha hêvî kirin ku encamnameyên baş jê derkevin da ku fişarê li hêzên Kurdistanî bikin ji bo ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar keve. Bi vê yekê re karibin aloziya heyî çareser bikin û xeteriyên li dijî doza kurd bi dawî bikin.

Beşdarvanên komxebatê: Ger yekîtiya Kurdan pêk neyê doza kurdî di xeteriyê de ye
9 tîrmeh, 2021   08:59
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Duh KNK-Rojava têkildarî xeteriyên dagirkeriya Tirk ên li ser Kurdistanê û helwesta kurdî, komxebateke diyalogê bi dirûşma “Bi yekitiya neteweyî em dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin”, li dar xist.

Dema ku dewleta Tirk hewl dide şerê navxweyî di navbera Kurdan de derxe, ev komxebata diyalogê li dar ket. Gelê Kurd li hemberî hewldanên dewleta Tirk derketin û red kirin, her wiha bang li PDK’ê kir ku yekser pêşmergeyên xwe ji çiyayên Kurdistanê bikişîne.

‛DOZA GELÊ KURD DI XETERIYÊ DE YE’

Têkildarî girîngiya lidarketina komxebata diyalogê, Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê (P.A.D.K) Talal Mihemed wiha got: "Ev komxebat di merheleyeke çarenûsî de li dar ket ku dijminê gelê Kurd hişyar, dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe û wî qir bike. Her wiha dewleta Tirk bi rêya hin behaneyên derew derbasî Başûrê Kurdistanê bû ku dagir bike. Li gel wê jî siyasetên wê yên li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere ne, ji ber herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û hewl dide herêmên dîtir jî dagir bike."

Mihemed hêvî kir ku ji komxebata diyalogê encamnameyên baş derkevin ku fişarê li hêzên Kurdistanî bike ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li darxin ku tê de tevahî hêzên Kurdistanî li ser masayeke bicivin, krîza heyî bi dawî bikin. Ji ber ku doza gelê Kurd di xeteriyê de ye.

Mihemed behsa berjewendiyên kesayetî yên hin partiyên siyasî kir ku di ser her tiştî re digirin û heta niha ew li pêş lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bûne bend û wiha pê de çû: "Heke Kurdan yekitiya xwe ava bikin dê dijmin lawaz bibe. Lê dijmin naxwaze gelê me vê yekê pêk bîne."

Mihemed da zanîn ku di her cara ku hêzên Kurd hev dibin ku li hev bikin de dewleta Tirk destwerdanê dike û êrişî herêmeke Kurdistanê dike û wiha li gotina xwe zêde kir: "Mixabin hin aliyên Kurd hene ku bi dewleta Tirk re dibin alîkar ku vê komployê pêk bîne."

‛DEWLETA TIRK, IRAQ Û ÎRANÊ DÊ SÛDÊ JI ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ DI NAVBERA KURDAN DE WERBIRIGIN`

Berpirsê Nivîsgeha Lêkolîn û Şêwirên Dîplomatîk Ebdulîlah Erebo da zanîn ku lidarxistina komxebata diyalogê di vê demê de "pir pêwîst e" û wiha got: "Dewleta Tirk êrişî çiyayên Kurdistanê dike û tê zanîn ku gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê li wir in. Lê çûna pêşmergeyan a ber bi wê herêmê ve dê bi xwe re tevahî Kurdan bixe tehlukeyê."

Erebo wiha domand: "Metirsiyên cidî yên rûdana şerê navxweyî yê di navbera Kudan de hene. KNK`ê tê gihişt van metirsiyan ji ber wê komxebat li dar xist da ku yekitiyê û pêkanîna wê nîqaş bike.”

Erebo da zanîn ku heke şerê navxweyî ya Kurd çêbibe, dê Başûrê Kurdistanê di rewşeke xeter de be û wiha berdewamî da gotina xwe: " Tenê dewleta Tirk, Iraq û Îran dê sûd ji vî şerî bigirin ku li benda vî şerî ne. Redkirina referandoma ku li Başûrê Kurdistanê pêk hatî, nîşaneya vê yekê ye. Ji ber vî şerî wê destkeftiyên li Rojava jî bi tehlukeyê re rû bi rû bimînin."

Têkildarî astengkirina diyalogên kurdî, tevî ku heta niha gelek însiyatîf li dar ketine, Erebo wiha got: "Hin alî hene ji van mijaran sûdwar in. Hemû dixwazin partiyên siyasî yên Kurd li hev bikin. Lê belê sekreterê ENKS’ê Ebdulhekîm Beşdar derdikeve û dibêje li Efrîna dagirkirî tu sûc tune ne. Bi wê re sûcên li dijî jin, zarok û mêrên Kurd di girtîgehan de derew derdixîne. Mîna van kiryaran hewldanên yekitiyê asteng dikin."

Komxebata diyalogê bi erênî derbas bû, ji ber ku tê de beşdaran li ser pêwîstiya bidawîkirina tevahî astengiyên li pêş diyaloga Kurdî, heramkirina şerê navxweyî li hev kir. Her wiha bang li PDK’ê kir ku ji bo parastina xwîna Kurd hêzên xwe neşîne herêmên şer û divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di zûtirîn dem de li dar keve.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bOJNGDaJCuI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>