Dewleta Tirk gundên navçeya Zirganê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakurê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê topbaran dike.

Dewleta Tirk gundên navçeya Zirganê topbaran dike
9 tîrmeh, 2021   06:54
HESEKÊ

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku gundên Hermela û Dada Ebdal ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji gundê Dawûdiyê ya dagirkirî ve van gundan dike armanc.

Nûçegihan da zanîn ku di encama topbaranê de gelek zirarên gihîştiye mal û milkên sivîlan.

ANHA