​​​​​​​ꞌQetilkirina Eyde û Aye ji bo kujeran şermek eꞌ

Jinên Hesekê, Dêrazorê û Minbicê sûcên qetilkirina jinan şermezar kir û got: "Pirsgirêk an sedem çi be bila bibe, divê jin nexasim zarokên keç neyên kuştin li dijî wan şidet neyê bikaranîn. Her wiha destnîşan kir ku qetilkirina Eyde û Aye ji bo sûcdaran şermek e."

​​​​​​​ꞌQetilkirina Eyde û Aye ji bo kujeran şermek eꞌ
9 tîrmeh, 2021   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî sûcên qetilkirina zarokên bi navên Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf li Hesekê bertekên gel çêbûn û banga hesabxwestineke tund ji sûcdaran hat kirin.

Têkildarî mijarê jinên Hesekê, Dêrazorê û Minbicê ji ajansa me re axivîn û sûcên qetilkirinê şermezar kir û da zanîn ku pirsgirêk çi dibe bila bibe, divê zarok neyên qetilkirin.

Efaf Heskê ya ji pêkhateya Kurd a ji bajarê Hesekê wiha axivî: "Qetilkirina Eyde ku  ji aliyê malbata wê ve pêk hat, sûceke li dijî tevahiya jinan e. Hîna jî hinek urf û adet ne baş di mêjiyên civakê de serwer in. Ji lew re divê malbata wan zarokan li ser pêkanîna vî sûcî werin cezakirin, da ku mîna van sûcan careke din dubare nebin. Her wiha divê li dijî sûcdarên ku ev sûc pêk anîne, qanûn werin pêkanîn." 

Şukriye Mihemed a ji pêkhateya Ereb jî axivî û ev nirxandin kir: "Ev sûc ne sûcekî bi tenê ye, lê belê du sûc in, ya yekemîn zewicandina wê ya di temenekî biçûk de ye û ya duyemîn jî qetilkirina wê û kişandina dîmena wê bûyerê ye. Ji ber vê yekê divê jin li hemberî van sûcan yekitiya xwe ava bikin."

Jina Aşûrî ya bi navê Sozan Şîbê Werdê axivî û ev xal rêz kirin: "Em vî sûcî qebûl nakin, divê têkildarî vê mijarê semîner ji welatiyan re werin dayîn da ku rê li pêşiya rûdana wê were girtin."

ꞌQETILKIRINA EYDE DIŞIBIHE ŞEHÎDXISTINA HEVRÎN XELEFꞌ

Ji Dêrazorê jî Menar El-Rebîi wiha axivî: "Em vî sûcê hovane bi tundtirîn gotinan şermezar dikin. Her wiha em piştrast dikin ku sedem çi dibe bila bibe divê qetilkirin çênebe û tundî li ser neyê meşandin. Ev sûc beriya niha li ser destên çeteyên dagirkeriya Tirk pêk hatibû, dema ku Hevrîn Xelef kirin armanc. Mirov dikare bibêje ku dîmena şehîdxistina Hevrîn dişibihe dîmena rêbazê qetilkirina Eyde."

Menar El-Rebîi da zanîn ku ev sûc li dijî qanûn, exlaq û rêgezan e, li ser vê yekê divê hemû sûcdar werin cezakirin.

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a bajarokê Hecînê Fatme Salim axivî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em sûcên li dijî jinan şermezar dikin, nexasim sûcê li dijî Eyde pêk hatî ku gule lê reşandin heta hat qetilkirin. Em li dijî zewicandina zarokan, paşguhkirina nêrîn û azadiya wan in."

Fatme Salim destnîşan kir ku  zewicandina jinan bi zorê, bû sedem ku sûcek li dijî Eyde were kirin û veguherî trajîdiyekê, her wiha kişandina dîmen û teşîrkirina Eyde jî bi serê xwe cûcekî dermirovî ye.

ꞌEV SÛC DERMIROVÎ YEꞌ

Ji Minbicê ciwana bi navê Semer Hezurî axivî û got: "Her du sûc ne nû ne, jin bi giştî bi rêya civakeke ku hişmendiya mêrdestî li ser jinan ferz dike şîdet li ser tê meşandin. Jin qurbaniya yekemîn a qaşo doza namûsê ye."

Semer di dawiyê de îşaret pê kir ku qetilkirina Eyde El-Seîdo û Aye ji bo sûcdaran şermek e.

Ciwana bi navê Nesrîn El-Elî axivî û ev agahî dan: "Em di civakekê de ne ku adet û urf lê serwer e. Ew jî her tim jinan diçewisîne da ku vîna wê bişikîne. Lê tevî ku li herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin fikirê neteweya demokratîk hatiye belavkirin, hîna jî hişmendiya mêrdestî xwe ferz dike."

Nesrîn El-Elî banga cezakirina sûcdaran bi awayekî qanûnî kir.

Nesrîn El-Elî di dawiyê de got ew wekî jinên Minbicê sûcên li dijî jinan wekî dermirovî bi nav dikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z1asArrsyJU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a8FB-p-G7J0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X1nhaYOZlzQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>