Jin: Divê her kes xwedî li berxwedana zîndan derkeve

Endamên jin ên Meclisa navçeya Şehba diyar kir ku komplo bi girtina rêber Abdullah Ocalan bi dawî nebû, lê êrişên li dijî herêmên Kurdistanê hîn jî didomin.

Jin: Divê her kes xwedî li berxwedana zîndan derkeve
9 tîrmeh, 2021   07:29
ŞEHBA - LÎNDA ŞÊX

Desthilatên Tirk ji sala 1999'an de tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan di zîndana Îmraliyê de dimeşîne.

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de, ji bo bidawîkirina tecrîdê dest bi Hemleya grava birçîbûnê kir. Hemleya grava birçîbûnê di roja 225’emîn de didome.

Di heman demê de, li kampa penaberan a şehîd Rustem Cûdî "Mexmûr" di roja 204'emîn de berdewam e, her wiha li Ewropa li kampa Lavrio bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Tevgera Jinên Kurdistanê hemleya grava birçîbûnê di roja 187'an de li Yewnanistanê didome.

Di heman çarçoveyê de, hevseroka Meclisa kantona Şehba, Werdê Şêxo got: "Tecrîda ku 22 sal berê li ser rêber Abdullah Ocalan hatî meşandin gelek tiştan di nava xwe de dihewîne. Ev tecrîd bi lihevkirinek navneteweyî pêk hat, ji ber ku wan hêvî dikir ku ev tecrîd dê rêber Ocalan ji gel û Rojhilata Navîn qut bike û ramanên rêbertî bixin zindanê."

Werdê destnîşan kir ku ev komplo bi girtina rêber Abdullah Ocalan bi dawî nebû, lê heya roja îro bi riya êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava berdewam dikin. Wedrê wiha domand: "Armanca van êrişan têkbirina bîrdoziya rêber Ocalan û tunekirina rola gelan e".

Werdê da zanîn ku bi dawîbûna tecrîdê re, êriş û kirîzên ku ji hêla hêzên serdest ve li Rojhilata Navîn têne birêvebirin dê bidawî bibin.

`DIVÊ RÊBERTÎ BÊ AZADKIRIN`

Der barê hemleyên grava birçîbûnê ya vekirî de, endama meclisa kantona Şehba, Şukriyê Hesen got rêxistinên mirovî di vê mijarê de destwerdan nekirin û wekî parêzvanên mafên girityan ji bo girtiyên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ketine grevê, rola xwe nelîst.

Şukriyê bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku ji berjewendiyên kesayetî dûr bikevin û rola xwe baş bilîzin, her wiha banga azadkirina rêber Ocalan kir.

Di dawiyê de, Şukriyê Hesen piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana girtiyên ku di grava birçîbûnê de ne piştrast kir.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n9QL2AwCgcI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>