​​​​​​​'Çareserkirina pirsgirêka DAIŞ'ê berpirsyariya Koalîsyona Navneteweyî ye'

Parêzer Xalid Îbrahîm got: "Dîtina çareseriyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ'ê re berpirsyartiya Koalîsyona Naveteweyî û dewletên Ewropayê ye, ji ber ku şerê li dijî DAIŞ'ê li gorî biryareke navneteweyî  pêk tê û ne tenê şerê leşkerî ye."

​​​​​​​'Çareserkirina pirsgirêka DAIŞ'ê berpirsyariya Koalîsyona Navneteweyî ye'
9 tîrmeh, 2021   01:59
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Di Îlona 2014'an de bi beşdarbûna 83 dewletan Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ'ê hate avakirin. Li gorî belgeya avakirina koalîsyonê; divê her 83 dewletên endamên koalîsyonê pabendî şerê li dijî rêxistina DAIŞ'ê li hemû eniyan û jihevkirina toreyên wê bin. Her wiha beşdarî operasyonên wê yên leşkerî yên li Sûriyê û Iraqê bibin. Di belgeya Koalîsyona Navneteweyî de tê gotin, divê hemû endamên koalîsyonê pabendî wêrankirina binsaziya aborî û diravî ya DAIŞ'ê bibin û nehêlin çekdarên terorîst di sînor derbas bibin, her wiha divê endamên koalîsyonê piştgiriyê bidin ewlehî û jinûve vegerandina xizmetên sereke li hermên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin û li dijî îdeolojiya wî tê bikoşin.

Lê Koalîsyona Navneteweyî hemû berpirsyartiyên xwe li hemberî dosyaya DAIŞ'ê bi cih nayîn. Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ'ê li baregeha wê ya dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Adara 2019'an de, Rêveberiya Xweser gelek caran bang li Koalîsyona Navneteweyî û civaka navneteweyî kir ku çareseriyekê ji dosyaya girtiyên DAIŞ'î yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de bibînin ku hejmara wan derdora 12 hezar in û malbatên wan ên li kampên Hol û Roj ku hejamra wan 60 hezar derbas dike.

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a Herêma Cizîrê parêzer Xalid Îbrahîm got, Hêzên Sûriya Demokratîk mîsyona şerê li dijî DAIŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt ser xwe û derbarê vê yekê de biryareke navneteweyî hebû.

Xalid diyar kir ku ji her şerekî re encam û bandorên wê hene û wiha pê de çû: "Wê kuştin, qurbanî, windahî, girtî û koçber û dîl hebin. Ji ber vê yekê divê hesabên qanûnî û hiqûqî hebin. Şerê nayê wateya ku tu tenê bikuje, bi sedan girtî, dîl û qurbanî li herêmê hene, gelo wê aqûbeta wan çi be?"

Parêzer Îbrahîm bal kişand ser şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Şêniyên herêmê şerê DAIŞ'ê yên ku ji zêdetirî 53 dewletên Ewropa û Asyayê hatin, kirin. Di pêngavên ku QSD'ê li dar xistibûn de bi hezaran çete hatin girtin. Rêveberiya Xweser gelek caran bang li dewletên ku welatiyên wê di nava DAIŞ'ê de ne û di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne kirin ku çareseriyeke bingehîn ji wan çeteyan re bibîne, li civaka navneteweyî heta niha bêdeng e."

'DÎTİNA ÇARESERİYEKÎ Jİ DOSYAYA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê RE BERPİRSYARTİYA KOALÎSYONÊ YE'

Xalid Îbrahîm diyar kir ku dîtina çareseriyekî ji dosyaya çeteyên DAIŞ'ê re berpirsyariya Koalîsyona Navneteweyî û dewletên Ewropayê ye û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li gorî biryareke navneteweyî pêk hat, şerê nayê wateya têkbirina leşkerî ya DAIŞ'ê, lê belê encam û bandorên şer jî hene."

Xalid Îbrahîm da zanîn ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi aqûbeta çeteyên DAIŞ'ê yên girtî ve girêdayî ye û got: "Heger dosyaya DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan nebe beşek sereke ji pirsgirêka Sûriyê wê aloziya Sûriyê çareser nebe, divê civaka navneteweyî û dewletên ku destwerdanê li Sûriyê dikin vê yekê baş bizanibin."

Parêzer Xalid Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de îşaret bi daxwaza Rêveberiya Xweser a avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê kir û got: "Pêwîst e dadgeh were avakirin çi li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be an jî li derve be, divê hemû pêkhateyên Rêveberiya Xweser tê de beşdar bin, ji ber ku şer li vir rû daye, qurbanî ji vir in û binpêkirin û komkujî li vir hatine kirin."

'CIVKA NAVNETEWEYÎ JI BERPIRSYARTIYÊN XWE DIREVIN'

Îbrahîm diyar bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên girtî li herêmê nîşaneya ku ji berpirsyartiyên xwe yên dîrokî, hiqûqî û qanûnî direvin û ev tişt anî ziman: "Her kes rewşa qanûnî û hiqûqî li dewletên Ewropayê dizanin, ev dewlet tevgerên welatiyên xwe baş dizanin û her kes dizane ku çawa  çete û malbatên wan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, bi dehan belge hene ku vê yekê piştrast dikin."

Parêzer Xalid Îbrahîm da zanîn ku pêwîste sîstemeke hevgirtî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî adil hebe û wiha dom da axaftina xwe: "Heger dewlet welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ'ê bûne bixwazin, divê dosyayên wan werin şandin da ku li wir werin darizandin. Em dibhîzin ku bi dehan tev li DAIŞ'ê bûn û reviyan welatên xwe, tevî ku komkujî li dijî şêniyên vê herêmê pêk anîne, lê nehatin darizandin."

Îbrahîm di berdewama axaftina xwe daxuyand ku dosyaya çeteyên DAIŞ'ê gelekî bi girêk e, ji ber ku pirsgirkên qanûnî û hiqûqî girêdayî vê dosyayê hene û got: "Hin dewletan nasname ji welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ'ê bûbûn stand, gelo wê aqûbeta wan çawa be? Gelo wê dosyayên wan werin vekirin û wê bi ku derê biçin?. Girtiyên biyanî niha nayên darizandin wê çawa dosyayên werin vekirin û li ku derê wê werin darizandin? Di bin banê çi dadgehê de wê werin darizandin?. Divê mafên girtiyan û mafên gelê herêmê werin parastin, divê dewletên ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî herêmê kirine werin darizandin?"

Îbrahîm da zanîn ku Rêveberiya Xweser dikare li gorî qanûnên xwe çeteyên DAIŞ'î yên sûrî darizîne, li nikare yên biyanî darizîne. Her wiha li ser mijara dewletên ku nasname ji welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ'ê bûne, standine got: "Ev dewlet kutleyeke agir davêjin hembêza Rêveberiya Xweser  û ji vê pirsgirêkê direvin."

'DIVÊ DOSYAYA DAIŞ'Ê LIGORÎ BİRYAREKE NAVNETEWEYÎ WERE ÇARESERKİRİN'

Parêzer Xalid Îbrahîm bal kişand ser mijara malbat û zarokê çeteyên DAIŞ'ê û wekî dosyayeke girîng bi nav kir û ev tişt anî ziman: "Divê alaqeyeke cidî bidin vê dosyayê ji ber ku ji berhemên şer 3e û pêwîstiya wê bi alaqeya navneteweyî heye. Gelo wê aqûbeta zarokên DAIŞ'ê yên ku roj bi roj mezin dibin çawa be, wê bavên wan kî be û nasnameyên wan ên kijan dewletê bin? Gelo wê Rêveberiya Xweser nasnameyê bidin wan?"

Îbrahîm diyar kir ku hiştina dosyaya malbat û zarokên DAIŞ'î bê çareserkirin xeteriyekê li ser ewlehiya herêmê û tevahî cîhanê çêdike, nemaze ku  yên li kampên Holê ku şaneyên veşartî lê hene. Her wiha destnîşan kir ku li gorî belgeyên çavdêriya leşkerî di meha Hezîrana borî de 8 bûyerên kuştin li kampê rû dane, 42 jin, zilamek û 43 zarok ji nasnameyên cûda ku hewl didan birevin, hatin girtin.

Îbrahîm got, divê dosyaya çeteyên DAIŞ û malbatên wan bi lez li gorî biryareke navneteweyî were çareserkirin û da zanînku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi domdarî rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên.

Xalid Îbrahîm bi bîr xist ku dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li girtîghên çeteyên DAIŞ û kampa Holê tevlihev çûbûn, çalakiyên şaneyên veşartî zêde bûn.

Parêzer Xalid Îbrahîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka xwe ya exlaqî li hemberî DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan ên li kampan pêk tîne, gelek caran erka Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî û alîkariyêjî  pêk tîne. Her wiha destnîşan kir ku ji ber ambargoya li ser herêm û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve derfetên Rêveberiya Xweser kêm in, heger rewş wisa berdewam bike wê Rêveberiya Xweser nikaribe demên bê vê erkê bi cih bîne.

(bb)

ANHA