Hîlala Zêrîn a Efrînê amadekariyên hefteya çandî dike

Bi diruşmeya "Bi çanda Hîlala Zêrîn û hunerên gelê şoreşger, em ê dagirkeriyê têk bibin", Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê amadekariyên hefteya çandî û hunerî, bi beşdariya 13 komên hunerî yên kantona Şehbayê, dike.

Hîlala Zêrîn a Efrînê amadekariyên hefteya çandî dike
8 tîrmeh, 2021   23:35
ŞEHBA- LÎNDE ŞÊX- FÎRAS ÎBRAHÎM

Di nava 4 salan de, Tevgera Hîlala Zêrîn bi armanca vejandina çanda kurdî ya kevnar û pêşxistina behreyan, hefteya çandî ya hunerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dixe.

Di vê çarçoveyê de, Tevgera Hîlala Zêrîn amadekariyên xwe dike ku hefteya çandî ya hunerî li kantona Şehbayê, ji sibê bide destpêkirin.

13 komên hunerî yên stran, dîlan, şano û hunerî, dê beşdarî hefteya hunerî bibin. Tê payîn ku li herêmên cuda wekî "navçeya Ehdas, navçeya Şêrawa, navçeya Til Rifat, navçeya Ehrez, kampa Serdem, gundê Merata Muslimiyê û kampa Berxwedan" hefteya çandî ya hunerî were lidarxistin.

Endamê Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê, Mizgîn Çolaq got: "Îsal em amadekariyê dikin ku li navçe û gundên kantona Şehbayê hefteyek taybet pêşkêş bikin. Her sal hefteya hunerî tê pîrozkirin. Lê îsal, em ê bi pêşandanên taybet çanda Kurdan a resen vebêjin."

Mizgîn Çolaq piştrast kir ku çalakiyên îsal dê girîngiya parastina jinan û tekoşîna li dijî tundiyê, were ravekirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RKKVabBHLeY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>