Komxebata koçberên Serêkaniyê: Divê êrişên Tirkiyê wekî qirkirina etnîkî û sûcê şerê werin naskirin

Komxebata Koçberên Serêkaniyê bi encamnameyekê bi dawî bû. Hate gotin ku divê dagirkeriya Tirk were tunekirin û êrişên li ser Serêkaniyê wekî qirkirina etnîkî û sûcê şerê were naskirin.

Komxebata koçberên Serêkaniyê: Divê êrişên Tirkiyê wekî qirkirina etnîkî û sûcê şerê werin naskirin
9 tîrmeh, 2021   14:55
HESEKÊ

Komxebata koçberên Serêkaniyê ya bi dirûşma "Em ê bimînin û vegerin" bi encamnameyekê bi dawî bû. Komxebat li hola Tayfûr a bajarê Hesekê bi beşdarbûna şêniyên bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên Koalîsyona Navneteweyî hate lidarxistin.

Piştî nirxandina mijarên komxebat, komxebat bi encamnameyê bi dawî bû:

Encamname wiha ye: "Di dîroka 9'ê Tîrmeha 2021'ê de koçberên herêma Serêkaniyê komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist. Zêdetir 250 kes, nûnerên saziyên siyasî, civakî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dezgehên ragihandinê beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de azarên rojane yên koçberên herêma Serêkaniyê û daxwazên wan ên bidawîkirina dagirkeriyê û vegera bi ewle ya li mal û xaka xwe hatin nîqaşkirin.

Piştî nirxandina 3 mijarên sereke yên komxebatê û mudaxele û pêşniyaran, komîteyek bi navê koçberên Serêkaniyê hate avakirin ku navenda wê li bajarê Hesekê ye.

Her wiha endamên komxebatê li ser gelek mijaran li hev kirin û komîteya hatî avakirin dê biryaran bişopîne û pêk bîne.

Ji wan biryaran:

1-Banga bi dawîkirina dagirkeriya Tirk li herêmên bakurê Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê 'Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê' dikin. Destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li xaka Sûriyê dijminahî û binpêkirina serdestiya Sûriyê ye.

2-Ji bo eşkerekirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê xebat were kirin û dosyayên li ser sûcên artêşa Tirk û komên girêdayî wê radestî dadgehên ewropa û dadgehên navneteweyî  were kirin.

3-Bang li aliyên navneteweyî û desteyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku berpirsyartiyên xwe yên mirovî û qanûnî li hemberî bi deh hezaran koçberên ku di êrişên 9'ê Cotmeha 2019'an ên li ser Serêkaniyê û gundewarên wê de koçber bûne bi cih bînin û van sûcan wekî qirkirina etnîkî li dijî gelê kurd ê li wê herêmê û sûcê şer ê plankirî bi nav bike.

4-Ji bo vegerandina koçberên ji niştecihên resen li warên wan kar were kirin, guhertina demografî were rawestandin, kesên ji derve lê herêmê hatine koçberkirin li herêm û dewletên wan werin vegerandin, her wiha ji bo jinûve avakirina herêmên ku ji ber êrişan ziyan dîtine xebat were kirin.

5-Divê helwesta giştî ya hundirîn û derve ya piştgiriya doza me, bi rêya daxuyanî, çalakî û belgekirina sûcên li Serêkaniyê  û eşkerekirina wan di ragihandinê de were xurtkirin.

6-Divê alaqe bi daxwazên pêwîst ên koçberên li kampên herêma Cizîrê û herêmên dîtir were dayîn û têkilî bi desteyên fermî û mirovî were dayîn da ku pêwîstiyên wan werin bicihkirin.

7-Qutkirina ava vexwarinê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser zêdetirî milyon mirov, di nav de bi hezaran koçberên were sûcdarkirin.

8-Xebat û ji peydakirina derfetên kar ji şêniyên Serêkaniyê re were kirin û qada perwerdeyê li kampan were pêşxistin.

9-Dosyaya dîlgirtî û windahiyên şerê "Lehengên Berxwedana Serêkaniyê" yên ku winda bûn an jî ji aliyê dagirekriya Tirk û komên girêdayî wê ve hatine girtin, werin şopandin û ji bo serbestberdana wan û naskirina aqûbeta wan xebat were kirin.

10-Divê zext li rêxistinên navneteweyî û mirovî were kirin da ku xwedî li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî derkevin, her wiha dergehê Til Koçerê ji bo derbaskirina alîkariyan were vekirin.

11-Bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku destekê zêdetir pêşkêşî koçberan bike û pêwîstiyên malbatên şehîdan, gazî û birîndaran bi cih bînin.

12-Bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku binsaziya kampan baş bike, rewşa koçberên li bajar û gundan belav bûne bişopînin û destek û alîkariyê pêşkêşî wan bike.

13-Ji koçberên herêma Serêkaniyê komîteyek were avakirin da ku biryarên komxebatê bişopîne, divê komîte ji 25 endaman pêk were û li ser nivîsgehan werin belavkirin. Komîte dê civîn û komxebatan li dar bixe, bi desteyên hundirîn û derve re têkiliyan deynin da ku rewşa koçberan were şopandin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U3ybDP4pcXo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>