'Rûsya dixwaze herêmê di aliyê aborî de dorpêç bike'

Îsamîl Xalid got ihtîmal heye ku Rûsya veto li dijî biryara vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê bi kar bîne û ji vê yekê armanc dike ji aliyê aborî ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bike.

'Rûsya dixwaze herêmê di aliyê aborî de dorpêç bike'
9 tîrmeh, 2021   00:47
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Hevserokê Meclisa Pariya Sûriya Pêşerojê şaxê herêma Firatê Îsamîl Xalid der barê armacan Rûsya ji girtina deriyê Til Koçerê, got:"Rûsya ji vetoyê armanc dike herêmê di aliyê aborî de dorpê bike. Ruxmî ku baş dizane zêdetirî 5 milyon kes li herêmê ne û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî û tenduristî heye. Girtina deriyê sînor aloziya mirovî girantir dike. Gelek aliyan jî piştrast kir ku alîkariyên mirovî li herêmê ji sedî 70 kêm bûne.”

Xalid wiha domand:"Rûsya hewl dide roleke sereke di aloziya Sûriyê de bilîze. Her wiha hewl dide fişarê li Rêveberiya Xweser bike da ku tawîzan li gorî berjewendiyên hikumeta Şamê bi dest bixe."

Xalid da xuyakirin ku deriyê Til Koçerê ne tenê ji bo rewşên mirovî girîng e, lê belê ew di warê pêşkêşkirina alîkariyan de girîng e bi taybet  li herêmê gelek kampên koçberên hene û pêwîstiya wan bi alîkariyan hene û wiha dewam kir:"Ger ev derî hat vekirin wê bi awayekî mezin bandorê li rewşa herêmê bike."

Xalid wiha domand: “Piştî ku aloziya Sûriyê kete destê lîstikvanên navneteweyî mîna Rûsya û Amerîkayê ev alozî ji aloziyeke mirovî veguherî aloziyae siyasî û rewşa aborî bi temamî hat paşguhkirin. Her wiha êdî her dewletek li ser hesabê gelê Sûriyê hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne.”

Îsamîl Xalid di dawiyê de ev xal nirxand: “Heta niha li Astanayê gelek civîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li dar ketin. Dibe ku gerên din li dar bikevin, ji ber ku armancên wê nediyar in. Encamên Astanayê ne li gorî daxwazên gelê herêmê ne.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8VKDK87_Z1o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>