Bi belgeyan sûcên li dijî jinên Efrînê

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di nava sê sal û şeş mehên dawî de, sûcên herî hovane li dijî jinên Efrînê pêk anîn. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Kongreya Star, 83 jin hatin qetilkirin û hezar û 200 jin jî hatin revandin.

Bi belgeyan sûcên li dijî jinên Efrînê
9 tîrmeh, 2021   04:06
ŞEHBA-LEYLA LORÎN

Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê, li hemberî jinan gelek sûc pêk anîne. Kiryar û sûcên çeteyên dewleta Tirk li seranserî Kurdistanê hêza jina Kurd a ku xwe bi azadiyê bi rêxistin û bi îrade dike, dike armaca êrişên xwe yên hovane. Di 18'ê Adara 2018’an de bi komployeke navneteweyî bajarê Efrînê bi hevalbendiya dewletên NATO û hevkariya dewleta Rûsyayê hate dagirkirin. Yek jî armaca çeteyên dewleta Tirk, di şexsê îrada jina Kurd de, pergala neteweya demokratîk, hevjiyana azad û pêkvejiyana gelên Efrînê bû. Dîsa di şexsê jina Kurd de rêxistina jin û azadiya jinên Efrînê hate hedefgirtin. Sê sal derbas bû, ev êrişên hovane ji aliye çeteyên dewleta ve li ser îrada jinên Efrînê tê pêkanîn û hîn ev kiryar û sûc berdewam dikin.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Nayîle Mehmûd û endama Komîtya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star Suzan Mistefa li ser sûcên çeteyên dewleta Tirk ji ajansa me re ev agahî parvekirin.   

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Nayîle got:” Sûc û kiryarên pir mezin li Efrînê li ser jin pêk tên. Agahî û zanyariyên sê salan û şeş mehên dawî di destê me de belgekirî ne. 83 jin hatine qetilkirin, di nava van 83 jinan de 5 jin ji bo nekevin destê çeteyan dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha 216 jin birîndar bûne, li gorî belgeyan jî  70 jin hatin tecawizkirin."

Nayîle Mehmûd li ser sûcên dewleta Tirk a û çeteyên wê yên 6 mehan jî ev agahî parve kir:

“25 jin hatine revandin û aqûbeta wan nediyar e. Di nava van 25 jinan de du zarok jî hene. Eliye Ednan Cuma zaroka 13 salî ye, Rûya Mehmûd Xatir 6  salî ye, Emîne Mistefa 60 salî ye. Kesên din jî nayên zanîn.

 9 JIN HATINE QETILKIRIN

Di nava wan 9 jinan de, Hena Mistefa zaroka 2 salî heye, Zeyneb Şêx Dawud 21 salî ye,  Zeyneb Îbrahîm 14 salî ye,  Heyva Şerîf Qasim 21salî ye.”  

Nayîle di dawiya axaftina xwe de got:” Tu kes nikare rastiya kiryar û sûcên dewleta Tirk ên ku hatin belgekirin veşêrin. Lê belê hîn ji vê zêdetir heye û nayên zanîn. Di zindanên Efrînê de bi sedan jin hene ku  tecawîz û îşkence li wan tên kirin. Berî dagirkirina Efrînê hejmara Kurdan ji sedî 90 bû. Lê piştî dagikirina Efrînê bû ji sedî 23, ev xeteriyeke pir mezin e. Yên ku niha li Efrînê hatine bicihkirin çeteyên ji Xûta ya Şamê ne.”

Endama Komîteya Dîplomasî ya Kongreya Star Suzan Mistefa jî da zanîn ku kiryar û sûcên dewleta Tirk ev sê sale li ser jinan tê pêk tê û got:” Rojane sûc li jinan tên kirin ku ji rêgezên exlaqî û mirovahiyê dûr in. Rojane agahî dikevin destê me pir bi êş in. Çeteyên dewleta Tirk rojane di hindirê Efrînê de bi zorê bi navê zewacê jinan direvînin Tirkiyê. Çend jinên ku di zindanên Efrînê de mabûn nexwestin navê xwe eşkere bikin, ev agahî bi me re parvekirin.  Di hindirê zindanên Efrînê de kiryar û wehşiyeteke ku nayê qebûlkirin li ser jinê tê pêk anîn. Dema ku wan jinan behsa hinek mijaran dikirin, kevir li ber gotinên wan diheliyan, erd û asîman jî van kiryar û sûcan qebûl  neke.”

Suzan Mistefa diyar kir: ”Keç û jin di hindirê Efrînê bê kefî nikarin derkevin derve. Li gorî agahiyên ku me bi telefonê bi dest xistine hinek jin bi zorê tê revandin, ji bo ku pera ji malbatên wan bistînin û bi wêne û dîmenan malbatên wan tehdîd dikin. Gelek malbatên me yên welatparêz neçar in milk û malên xwe bifroşin. Gelek jinên ciwan ji ber van sûcan dawî li jiyana xwe anîn. Her ku diçe kuştin, xwekuştin, îşkence û girtin zêde dibin, dest danîn ser mal û milkên gelek jinên ku berê di saziyên me yên jin de kar dikirin. Tecawîz di hindirên wan malan de li jinan tên kirin. Tê gotin, 10 zilam tecawîzî jinekê dikin. Ev belge hemû di destê me de ne. Ger ku ev ne wehşiyet be, divê mirov ji çi re bibêje wehşiyet? Hovîtiya çeteyên dewleta Tirk  a li hindirê Efrînê li serê gelê Kurd û jina Kurd gelekî xeter e. Xeteriya heyî gelek mezin e.  Pir jinên ku em nas dikin li ser bangawaziya me ji zindanan derketine, lê bi destê çeteyan bi zorê derbasî tirkiyê hatine kirin.”

Sûzan Mistefa li ser diyardeya tundiya li ser jinê û sûcên dewleta Tirk yên sê sal û şeş mehan ev agahî da û got:”Piştî dagirkeriya Efrînê û şûnde aqûbeta hezar 200 jinan nediyar e û agahî ji wan jinan nayê girtin. Zêdetirîn hezar jin jî hatine qetilkirin û hatine tecawîzkirin. 99 jî hatine revandin û derbasî girtîgehên Ezaz û Tirkiyê hatine kirine. Amarên şeş mehên dawî jî 23 jin hatine kuştin, 1 jin jî bi darê zorê hatiye zewicandin, 9 jin jî hatine tecawîzkirin."    

Sûzan Mistefa di dawiya axaftinê xwe de ev bang kir: ”Kesên di ragahandinan de dibêjin; li Efrînê tiştek tune ye, bila bên van belgeyên di destê me de bibînin. Ew kesên wisa dibêjin, çawa ku bi destên wan Efrîn hate dagirkirin, niha jî piştgiriya xwe ji bo guhertina demografiya Efrînê dikin û bi destê wan ev wehşiyet û ev zilim li ser jinên Kurd tên kirin. Banga min ji civaka navneteyewî, ji hemû gelên cihanê û teybet jî jinan û mirovên xwedî wijdan li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Ger ku em xwe negîhînin jinên Efrînê, wê jin di têkoşîna xwe ya azadiyê de nekarin ji bo dîrokê ti cara serê xwe rabikin.”

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MBjySLx0fs0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>