Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê panelek li ser karkirina zarokan li dar xist

Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê panelek bi sernavê" Di qanûnan de tiştên pêşîn çawa tên xwendin" li dar xist, tê de li ser karkirina zarokan û çawaniya sînordarkirina vê diyardeyê hat nîqaşkirin.

Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê panelek li ser karkirina zarokan li dar xist
Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê panelek li ser karkirina zarokan li dar xist
Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê panelek li ser karkirina zarokan li dar xist
Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê panelek li ser karkirina zarokan li dar xist
Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê panelek li ser karkirina zarokan li dar xist
Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê panelek li ser karkirina zarokan li dar xist
Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê panelek li ser karkirina zarokan li dar xist
8 tîrmeh, 2021   14:47
TEBQA

Di enxama nakokî û şerê çekdarî de li piranî dewletên cîhanê krîzên civakê hene, jê siyasî, aborî, tenduristî û civakî ne. Lê ew yek bandoreke neyênî li ser civakê û ferd dike, bi taybet zarokan.

Têkildarî vê yekê, Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê panelek li ser karkirina zarokan bi sernavê "Di qanûnan de tiştên pêşîn çawa tên xwendin" li dar xist.

Di panelê de bi dehan şênî, nûnerên ji rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî yên li Tebqayê beşdar bûn.

Dr. derûnî Ebdusemed Hac Casim û rojnameger Elî Yûnis panel bi rê ve birin û behsa sê mijarên bingehîn kir;

Mijara yekemîn, li ser belavkirina diyardeya karkirina zarokan li tevahî herêmên Sûriyê bi taybet di salên dawî yên şer de hatin nîqaşkirin.

Mijara duyemîn, li ser sedemên sereke yên karkirina zarokan û çawaniya parastina zarokan ji vê diyardeyê hatin axaftin.

Mijara sêyemîn jî, li ser bandorên neyênî yên ji ber karkirina zarokan di dema kar de hat behskirin.

Piştî axaftinê, beşdaran li ser karkirina zarokan axivî û sînevîzyonek li ser bandor û rewşa karkirina zarokan hat pêşandan.

Panel bi gelek encamname û perspektîfên parastina zarokan bi dawî bû, dê ew jî ji Nivîsgeha Parastina Zarokan re bên rakirin.

(fr)

ANHA