Li Dêrazorê panela "Çanda me, nasname û jiyana me ye"

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê panelek bi diruşma "Çanda me, nasname û jiyana me ye" li dar xist.

Li Dêrazorê panela "Çanda me, nasname û jiyana me ye"
8 tîrmeh, 2021   14:28
DÊRAZOR

Panel li avahiya meclisa navçeya Kesra ya rojavayê Dêrazorê bi beşdarbûna nûnerên jin ên meclisên sivîl û herêmî hat lidarxistin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Hiyam Mehemûd li ser çana civakan axivî.

Hiyam Mehmûd bal kişand ser çanda şer, krîz, ol û exlaqên ku zihniyeta baviksalarî di civakê de ava dike û got, di encama van zihniyetan de jin dibe qurbana yekemîn.

Hiyama Mehemûd qetilkirina Eyde El-Seîdo bi destê malbata wê şermezar kir û wiha bi gotina xwe bi dawî kir: "Ev mînakeke herî nêz ji bo çanda baviksalarî ye ku li ser jin û azadiya wê desthilat e." Her wiha îşaret bi rola jinan di avakirina û perwerdekirina nifşên zana de kir.

Piştî axaftinên beşdaran nêrînên xwe li ser miara panelê parve kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yyCb39YRHp8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>