Li Lyonê navê Hevrîn Xelef li qadeke bajêr hate kirin

Meclisa Şaredariya Lyonê navê Hevrîn Xelef da qadeke li bajêr.

Li Lyonê navê Hevrîn Xelef li qadeke bajêr hate kirin
8 tîrmeh, 2021   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Taxa Guillotiere ya Lyonê navê Hevrîn Xelefê dan qada ber bi xeraja berê ya Citronê. Şaredariya herêma 7’emîn a Lyonê Franny Dubot diyar kir: "Em vê figura sembolîk a kampa aştiyê ya welatekî şer lê heye silav dikin. Vê Kurda femînîst a 35 salî hatibû qetilkirin.”

Hevrîn Xelef a di 15’ê Mijdara 1984’an de ji dayik bûye di 12’ê Cotmeha 2019’an de li nêzî Girê Spî ji aliyê komên çeteyên dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hatibû şehîdxistin. Hevrîn Xelef Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bû.