`Divê YE`yê mîna parlamentoya Balcîkayê komkujiyên êzidiyan nas bike`

Civaka Êzidî ya li Helebê bang li parlamentoya Ewropayê kir ku mîna parlamentoya Balcîkayê pêkhatina komkujiyan li dijî êzidiyan ji aliyê çeteyan DAIŞ`ê ve nas bike. Her wiha ji ber sûcên ku li dijî êzidiyan pêk anîne bang kir ku hesabê ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwaze.

`Divê YE`yê mîna parlamentoya Balcîkayê komkujiyên êzidiyan nas bike`
8 tîrmeh, 2021   07:20
HELEB-MIHEMED EBDO

Komîteya Kar û barên derve ya parlamentoya Balcîkayê beriya çend rojan, bi erêkirina piraniya parlamenteran pêkhatina komkujiyan li dijî êzidiyan ji aliyê çeteyên DAiŞ`ê ve erê kir. Ev biryar nîşaneyên hesabxwestinê ji çeteyan û hevkarên wan diyar dike û dewleta Tirk û çeteyên wê dike daîreya hesabxwestinê.

Têkildarî mijarê endamên Mala Êzidiyan a Helebê ji ajansa me re der barê vê mijarê de axivîn.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê Gulê Xezal spasiya parlamentoya Balcîkayê kir û bang li Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku mîna parlamentoya Balcîkayê gav  biavêje û pêkhatina komkujiyan li dijî êzidiyan nas bike.

Gulê Xezal wiha domand: “Em nikarin bûyerên li dijî êzidiyan pêk hatine bi tu gotineke din ji bilî qirkirinê û komkujiyan pênase bikin. Civaka me li ser gelek astan rastî qirkirinê hat. Bi dîmen beşek ji bûyerên li dijî me di serdena 21`an de li dijî me pêk hatine, hat belgekirin.”

`DIJMIN YEK E LÊ NAV CUDA NE`

Gulê Xezal got: “Li Şengalê dest avêtin jinan, bav li pêşiya çavên zarokan kuştin. Ev yek nîşaneya hovîtiyê ye ku ji bo helandina dîrok û şaristaniya êzidiyan pêk hat da ku vê civakê bi temamî tune bikin.”

Her wiha Gulê Xezal destnîşan kir ku dijminê êzidiyan yek e çi li Efrînê yan jî li Şengalê yan jî li herêmên dagirkirî yên din be, lê nav cuda ne û wiha pê de çû: “Heman sûcên ku DAIŞ`ê li Şengalê li dijî êzidiyan pêk anîne, heman sûcên li Efrînê ne ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Watanî ya Sûriyê ve pêk hatin.”

`DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ BÊ ÇAVDÊRÎ Û BÊBERPIRSIYARÎ TEROR PÊK ANÎN`

Gulê Xezal Bal kişand ku hemû ol, qetilkirina mirovan bê guneh qedexe dike. Lê dewleta Tirk û çeteyên wê bê çavdêrî û bê berpirsiyarî teror li dijî êzidiyan pêk anîn.

Gulê Xezal dewleta Tirk tawanbar kir ku desteka çeteyên DAIŞ`ê di êrişî Şengalê de kir. Her wiha artêşa wê tev li pêkanîna komkujiyan li Efrînê bûn.

`DIVÊ EWROPA QIRKIRINÊN KU LI DIJÎ ME PÊK HATINE NAS BIKIN`

Endama Mala Êzidiyan Ranya Cafer jî biryara parlamentoya Balcîkayê bi erênî nirxand û hovîtiya sûcên ku li dijî êzidiyên li Şengalê pêk hatine şermezar kirin bi taybet komkujiyên gundê Koco ku hovantirîn komkujî ye û tê de mêr, zarok hatin kuştin û destavêtin jinan.

Ranya gotina xwe wiha domand: “Cîhan şahidê van sûcan e lê bêdeng e. dema em dibêjin mafên mirovan gelo çima li hemberî trajediya ku em tê re derbas bûne, bêdeng man. Divê Ewropa bi giştî van komkujiyan nas bike. Heta niha bi hezaran gorên komî hene ku nehatine dîtin.”

LI EFRÎNÊ SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ

Der barê sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li Efrînê pêk hatine de Ranya wêrankirina gor û perestgehên pîroz şermezar kir û sûcên dewelta Tirk bi sûcên şer bi nav kirin.

Ranya bal kişand ser guhertina demografiya Efrînê, avakirina mizgeftan li gundên Êzidiyan, avakirina avahiyên mêtîngeriyê û wêrankirina perestgehan û got ew jî sûcên şer in ku li dijî civaka êzidî pêk hatin.

Ranya di dawiyê de got : « Dewleta Tirk bi navê ola islamê kar dike, lê ew ji islamê dûr e. Bi rêya wan cihên olî mêjiya zarokan li dijî êzidiyan tijî dike. Desteka komên terorîst dike da ku hebûna Kurdan û êzidiyan bi giştî bi dawî bike. « 

(şx)

ANHA