Li dergehê Ebû Zendên 2 çeteyên dewleta Tirk hatin birîndarkirin

Hêzên hikumeta Şamê êrişî dergehê Ebû Zendên a gundewarê bajarê Babê kir, di encamê de du çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin birîndarkirin.

Li dergehê Ebû Zendên 2 çeteyên dewleta Tirk hatin birîndarkirin
8 tîrmeh, 2021   12:18
ŞEHBA

Hêzên hikumeta Şamê êrişî derdora bajarê Babê û dergehê Ebû Zendên ên li bakurê rojhilata gundewarê Helebê kir, di encamê de 2 çeteyên "Firqet Sultan Murad" hatin birîndarkirin.

Li aliyekî din, çeteyên Cebhe Şamiyê û çeteyên El-Hemzat li gundê El-Tefrîa û El-Sikeriyê ku wekî devera qaçaxçiyê tê naskirin, bi hev ketin.

Li gorî agahiyan, çeteyên Cebhe Şamiyê her du gund bi temamî xistin bin kontrola xwe û çeteyên din ji gund derxistin.

(dx)

ANHA