ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-07-2021'AN
7 tîrmeh, 2021   23:00

- Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker amadekariya şandina bi hezaran çeteyên sûrî ji bo Afganistanê dike, li gel wê jî artêşa Tirk û çeteyên wê jî sûcên li dijî sivîlên li Efrînê berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- -Bi diruşma " Bi yekîtiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk dibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin" KNK-Rojava komxebata diyalogê li hola Zana ya Qamişlo li dar dixe, saet 09:30. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê gotin daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar diyar dike ku ew şirîkê sûcên ku li dijî sivîlên Efrînê pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx û rûspiyên eşîrîn li Reqayê sûcê ku li bajarê Hesekê destpêka hefteya derbasbûyî pêk hat, şermezar kir û bang li Desteya Adaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî sûcdaran, cezayên tunf bibirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer got, berdewamkirina girtina dergeha Til Koçerê xizmeta ajandeyên dewletên herêmî dike, da ku wan razî bike û maf bide wan ku li dijî gelê herêmê siyasetan bimeşînin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku dergehê ji bo derbaskirina alîkariyên  mirovî veke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên çalakger ên ji bajarê Kobanê got vekişîna dewleta Tirk ji peymana Stenbolê bi armanca mayîndekirina di desthilatê de û parastina berjewendiyên wê yên siyasî ye,  di heman demê de îbtalkirina wê rê li pêşiya sûcên din vedike û sûcdaran ji cezayan rizgar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Reqayê ji bo şermezarkirina qetilkirina Eyde û Aye li pêş avahiya Nexweşxaneya Wetenî protest dikin. saet di 18:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Dayikên şehîd û gerîla piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana ewladên xwe yên li çiyayên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dûbare kirin gotin: "Gerîla hêza me ye, em jî hêza wan in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyan hêviyên xwe ji komxebata diyalogê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan - Rojava anîn ziman û gotin ev form di parastina destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê de yên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin pir girîng e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Netewî Xemgîn got armanca êrişa dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê lawazkirina feraseta azadiyê û tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e. Netewî ev pirs kir, “Heke hikumeta Başûr hebûna dagirkeriya Tirk li herêmê rewa kir, gelo dê îradeya wê bimîne?” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Civaka Êzidî ya li Helebê bang li parlamentoya Ewropayê kir ku mîna parlamentoya Balcîkayê pêkhatina komkujiyan li dijî êzidiyan ji aliyê çeteyan DAIŞ`ê ve nas bike. Her wiha ji ber sûcên ku li dijî êzidiyan pêk anîne bang kir ku hesabê ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenan Arev Kasabyan hişyarî da û destnîşan kir ku tiştên bi serê gelê Ermenî de anîne, îro hewl didin li ser gelê Kurd dubare bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê dê li çar bajarên herêma Cizîrê çalakiyên  Meha Çand û Hunerê li dar bixe, çalakî dê ji 9`ê mehê dest pê bike û heta 26`ê heman mehê dewam bike. Di bernameyan de dê stran, govendên gelerî, şano û filimên sînema werin pêşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA