Dayikên şehîd û gerîla: Gerîla çavkaniya hêza me ne

Dayikên şehîd û gerîla piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana ewladên xwe yên li çiyayên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dûbare kirin gotin: "Gerîla hêza me ye, em jî hêza wan in."

Dayikên şehîd û gerîla: Gerîla çavkaniya hêza me ne
8 tîrmeh, 2021   03:00
KOBANÊ- MEYSA EKARÎ

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana HPG û YJA-STAR li çiyayên Kurdistanê bilind dibe.

Dayikên şehîdan û dayikên gerîla ji Kobanê, bang li gel kirin ku xwedî li berxwedana ewladên xwe derkevin.

/kr/uploads/files/2021/07/07/195305_-_1.webp

Fatima Îsa dayika du şehîdan û gerîlayekî ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkeran liberxwe dide, bal kişand ser berxwedana rêber Abdullah Ocalan û berxwedana zindanan û gerîlayan li çiyayên Kurdistanê û got: "Dewleta Tirk çi bike, dîsa jî nikare vîna gelê Kurd bişkînin û serkeftin a gerîla ne."

Fatima Îsa bang li gelê Kurd kir ku li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek, her wiha bang li hemû dayikên gerîla kir ku xwedî li berxwedana ewladên xwe derkevin.

/kr/uploads/files/2021/07/07/195211_-.webp

Dayika gerîlayeke YJA-STAR, Fatime Ehmed Xelîl jî got: "Em ê wekî dayikên gerîla piştgiriya ewladên xwe heta dawiyê bikin."

Fatima wiha dewam kir: "Ez ji Erdogan re dibêjim, çiqas bi balafir û çekên giran êrişî ewladên me bike, tu nikare îradeya me û ewladên me bişkîne. Serkeftin a gerîla ye, ew hêza me ne û em jî hêza wan in."

Fatima destnîşan kir ku dewleta dewleta Tirk aqdagirker ji îradeya gelê Kurd ditirse, bi taybet ji îradeya jina azad a ku li dijî faşîzma wê têdikoşe, ji ber vê yekê ew êrişên xwe zêde dike.

Di dawiyê de, Fatima Ehmed bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FmNKGzFP-D8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>