'Daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar, hevkariya wan di sûcên li Efrînê de diyar dike'

Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê gotin daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar diyar dike ku ew şirîkê sûcên ku li dijî sivîlên Efrînê pêk tên.

'Daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar, hevkariya wan di sûcên li Efrînê de diyar dike'
8 tîrmeh, 2021   06:23
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û endamê ENKS`ê, Ebdulhekîm Beşar sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna jinedît ve dîtin û îdia kir ku tu sûc li Efrînê pêk nehatine.

Tevahiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim şêniyên Efrînê ev îdiayên Beşar bi tundî şermezar kirin. Di vê çarçoveyê de, malbatên şehîdên Efrînê ji ajansa me re axivin û bertekên xwe nîşanî van îdiyan dan.

/ar/uploads/files/2021/07/07/192116_hsn-brkw.webp

Bavê şehîd Şîlan û yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, Hesen Berko got armanca siyasetên dewleta dewleta Tirk a dagirker li çar parçeyên Kurdistanê qirkirina Kurdan e û wiha dewam kir:" Êrişên dewleta Tirk yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, her wiha daxuyaniyên ENKS`ê, beşek ji rêze siyasetên qirêj ku li dijî Kurdan tê kirine."

Berko diyar kir ku gerîla axa Kurdistanê diparêzin, lê malbata Barzanî berê xwe dide Tirkiyê û destê xwe dixe destê dijmin û di dagirkirina axa Kurdistanê de hevkarê dewleta Tirk e û wiha got:" Ev yek ji daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar ên di rewakirina dagirkirina Efrînê û înkarkirina hemû sûc û binpêkirinên ku li dijî sivîlan kirine de, ne cuda ye."

Berko anî ziman ku PDK'ê îdia dike ku êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê sedema hebûna gerîla ye û wiha pirsî" Li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 35 baregehên istîxbarata Tirk çi dikin? Milîsên Îranê li Başûrê Kurdistanê çi dikin?.

Der barê daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar de, bavê şehîd Şîlan, Hesen Berko got: "Ebdulhekîm Beşar endamê rêveberiya ENKS'ê û bi PDK'ê ve girêdayî ye, her wiha PDK'ê jî di xizmeta berjewendiya dewleta Tirk de dixebite. Ji ber vê yekê ne ecêb e ku endamekî ENKS'ê sûcên dagirkirina li Efrînê înkar bike."

/ar/uploads/files/2021/07/07/192147_rbyah-wqas.webp

Ji aliyê din ve, Rebîa Weqas xwişka her du şehîdan "Diyar û Xelîl" ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn got: "Mirov nikane ENKS û PDK'ê wekî Kurd bi nav bike, ji ber kiryarên wan yên xayîn li dijî gelê Kurd in."

Rebîa da zanîn ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ev sê sal in kuştin, revandin, destdanîna ser milkê sivîlan, dizîna şûnwaran û guhertina demografîk pêk tînin û wiha dewam kir:"Tevî van hemûyan jî, endamekî rêvberiya ENKS'ê îdia dike ku li Efrînê binpêkirin tune ye, ev bi xwe xiyanetek mezin li hember dîrok û gelê Kurd e."

/ar/uploads/files/2021/07/07/192204_fwzy-mstfa.webp

Fewzî Mustafa, bavê şehîd Holî destnîşan kir ku hemû binpêkirin û sûcên ku li Efrînê çêbûne, ji binpêkirinên ku li çar parçeyên din ên Kurdistanê têne kirin cuda nîne.

Mustafa bibîr xist ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên kuştin, wêrankirin û revandina sivîlan didomînin, her wiha guhertina demografîk li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Mustafa daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar şermezar kir û got: "Bila ew tenê hefteyekê tevî malbata xwe biçe Efrîna dagirkirî. Ger tiştek tune be, em ê bibêjin ku hûn rast in."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JFOdO2bSjDc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>