Meclisa Rêvebera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist

Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane li dar xist. Tê de geşedanên siyasî yên li herêmê û rewşa xizmetguzarî nîqaş kirin û plansaziya meha bê danî.

Meclisa Rêvebera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclisa Rêvebera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclisa Rêvebera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclisa Rêvebera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclisa Rêvebera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclisa Rêvebera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclisa Rêvebera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclisa Rêvebera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist
7 tîrmeh, 2021   15:25
REQA

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser bi beşdarbûna Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamêd El-Mihbaş, hevserokatiyên din ên herêmên Cizîr û Firatê, rêveberiyên sivîl ên Minbic, Tebqa û Dêrazorê li dar ket.

Di destpêka civînê de beşdaran geşedanên siyasî yên li herêmê gotubêj kirin. Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid wiha got: “Hikumeta Şamê tu çareseriyeke siyasî li Sûriyê qebûl nake. Tenê dixwaze desthilata xwe ya berê vegerîne. Îsal bi zanabûn hewl da tevliheviyê di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd, gel û Rêveberiya Sivîl ên Minbicê de derxe. Lê gelê herêmê hişyar bû û bi hewldanan nehat xapandin. Herî dawîn êlên herêmê, gel û Rêveberiya Sivîl a Minbciê civîneke lihevhatinê li dar xist û ew hewldana derxistina fitneyê têk bir.”

El-Ebid bal kişand ser serdanên herêmî û yên navneteweyî yên ji herêmê re û serdanên Rêveberiy Xweser ên ji derve re û got: “Ev serdan nuqteyeke bingehîn e ku rewşa siyasî û tecrubeya demokratîk a herêmê, asta pêşketina rêveberiyan û serketina wan şîrove dike.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer der barê girêkbûna aloziya Sûriyê de di pêvajoyên bê de axivî û got: “Projeya Amerîkayê projeyeke hegemonîk e. Armanc wê ya sereke guhertina pergala heyî ye. Heta niha projeya alternativê wê diyar nekiriye. Gelo wê pergalake lîbralî demokratîk be, yan jî dê netewdewleke parçebûyî û zaîf be. Gelo wê pergalekê li gorî demokratiya lîbralî ya li Ewropayê ava bike? Ev pirs bandorê li rewşa Rojhilata Navîn bi giştî dikin. Ew dixwazin van guhertinan pêk bînin, lê belê siyaseta wan ne zelal e û projeyên wê ne diyar in.”

Koçer axaftina xwe wiha domand: “Hikumeta Joe Biden ji dosyaya Sûriyê armanc dike rê li pêşiya firehbûna hegemonya Rûsya-Çînê bigire. Her wiha dixwaze welatên ereban neçar bike ku têkiliyan bi Îsraîlê re baş bikin. Me dît jî ku gelek dewletan têkilî bi Îsraîlê re danîn.”

Di berdewama civînê de beşdaran gelek mijarên xizmetguzarî yên Bakur û Rojhilatê Sûiyê. Di nav de pêdiviyên bingehîn ên welatiyan jê ya herî girîng peydakirina madeya şekir, lûleyên gazê, hêsankirina kar û barên kesên ji derveyî herêmê tên, aktîfkirina navendên tenduristiyê li gundewaran.

Girêdayî vê mijarê cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ajansa me re axivî û got: “Di civînê de gelek mijarên xizmetguzarî hatin nîqaşkirin bi taybet warê tenduristiyê, jiyanî, kêmbûna parên herêmê yên genim û gazê, rewşa kampên bê ser û ber yên li herêmên Rêveberiya Xweser.”

El-Ebid wiha domand: “Me behsa kalîteya nan, peydakirina nan, mazot û sotemenî bi taybet ji bo warê çandiniyê kir.”

Her wiha El-Ebid piştrast kir ku encamên civînê wê ji bo sazî û desteyên rêveber bibin plansazî da ku bi berpirsyarî xizmeta gel bikin.

(şx)

ANHA