Rûsya firehkirina makanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji Sûriyê re red kir

Nûnerê serokê Rûsya ji Sûriyê re Alexander Lavrentiev îro di civîna Astanayê de got civîna komîteya destûrê ya Sûriyê dê di havîna 2021’an de li dar keve, her wiha dirêjkirin û berfirehkirina makanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji Sûriyê re red kir.

Rûsya firehkirina makanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji Sûriyê re red kir
7 tîrmeh, 2021   14:56
NAVNEDA NÛÇEYAN

Alexander Lavrentiev di gera Astanayê de wiha got: "Me sekreterê giştî yê NY’yê yê taybet bi Sûriyê Gier Pedersen ji bo xebata li ser vê yekê vexwendiye. Tevahî şandeyan; şandeya me, ya Îranê piştgiriya xwe ji vê xebatê û girîngiya wê re nîşan da. Pedersen jî ji me re got ew ê vê xebatê berdewam bike."

Alexander Lavrentiev da zanîn ku rojavayan heta niha tu nîşaneyên îsbatkirina berfirehkirina makanîzmeya derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor ji Sûriyê re, pêşkêş nekirine. Li gorî wê şandeya Rûsya bi Pedersen re li Nûr Sultan nîqaş kir.

Lavrentiev ji rojnamgeran re got tu nîşaneyên eşkere ji bo dirêjkirina dema makanîzmeya derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor tune ne. Tenê ji bo azarên gelê Sûriyê hene.

Garantorên Astana îro û sibe civînekê der barê Sûriyê de li dar dixin, ew civîn jî piştî binketina 15 gerên berê û gelek civînên bi navê komîteya destûrê li dar dikeve.

(fr)