​​​​​​​QSD`ê: Di nava 6 mehên dawî de 245 çete hatin girtin, zêdetirî 50 çete jî hatine kuştin

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 6 mehên 2021’an de gelek operasyon li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatine pêkanîn, di heman demê de êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk hatine. Di encama van operasyonan de 245 çete hatine girtin, zêdetirî 50 çete jî hatine kuştin.

​​​​​​​QSD`ê: Di nava 6 mehên dawî de 245 çete hatin girtin, zêdetirî 50 çete jî hatine kuştin
7 tîrmeh, 2021   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) encamên operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û êrişên li ser herêmên wan ragihand.

QSD’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kirin.

‘BERXWEDANEKE DÎROKÎ HATE KIRIN’

Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tekoşîna xwe ya li hember paşverûtiya DAÎŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk, kêlî bi kêlî bi berxwedanek dîrokî, di dîroka şoreşên cîhanê de cihê xwe girt. DAÎŞ’ê ku bûbû belayê serê hemû cîhanê, destpêkê di aliyê erdnîgarî de hat xilaskirin. Îro jî di çarçoveya qonexek nû de têkoşîna li hember DAÎŞ’ê bi awayek xurtir berdewam dike. Di heman demê de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi dagirkeriya xwe ve dixwaze tola DAÎŞ’ê ji gelên herêmê bigire, berxwedanek dîrokî tê nîşandan.

Di sala 2021’an de, ji destpêka salê heya niha operasyonên li dijî DAÎŞ’ê û berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam kir. Encama têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û li dijî dewleta Tirk a dagirker ya 6 mehên destpêkê ya sala 2021 an wiha ye;

34 OPERASYON HATIN KIRIN; 245 ÇETE HATIN GIRTIN, ZÊDETIRÎ 50 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di 6 mehên destpêka sala 2021’an de, li dijî DAIŞ’ê 34 operasyon hatin lidarxistin.

Di wan operasyonan de bi giştî 245 çete hatin girtin. Di şerê van operasyonan de rû dayîn jî 3 çete hatin kuştin. Di wan operasyonan de, tunelek yê çeteyan hat dîtin. 1 motor û 2 mayîn hatin rûxandin. Herwiha miqdarek mezin cebilxane hat desteserkirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka salê heya niha, li dijî gundewarên Eyn Îsa û Til Temir, 206 caran êrişê topbaranê, ji 10 caran zêdetir jî êrişên bejahî lidar xistin.

Di encamê bersivdayina hêzên me de gelek caran şerê giran qewimîn û hewldanê çeteyan ya pêşde hatinê hatin vala derxistin.

Di wan şeran de bi gişî,  zêdetirî 50 çeteyên dagirker hatin kuştin, 25 çete jî brîndar bûn. 4 wesayîtên zirxî û 2 doçka hatin ruxandin, 2 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. Herwiha di wan şeran de gelek cebilxane jî hatin desteserkirin.

Di encama wan şeran de 14 hevalên me gihiştin asta şehadetê."