Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina Eyde û Aye şermezar kirin

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û jinên Dêrazorê kuştina Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf şermezar kirin û bang li jinan kirin ku li hemberî van sûcan hevgirtî bin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina Eyde û Aye şermezar kirin
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina Eyde û Aye şermezar kirin
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina Eyde û Aye şermezar kirin
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina Eyde û Aye şermezar kirin
7 tîrmeh, 2021   12:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina kuştina Eyde El-Seîdo (16) û Aye El-Xilêf (14) ji aliyê malbatên wan ve, îro daxuyaniyên cuda hatin dayîn.

Bi dehan jin beşdarî daxuyaniyan bûn û jinan pankertên li dijî kuştina jinan rakirin.

KOMÎTEYA JINAN A MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan rêzedaxuyanî da. Ya yekemîn li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, ya din li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, ya sêyemîn li navçeya Dirbêsiyê û ya çaremîn jî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Rimêlanê.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku her du sûcên kuştina Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf, sûcê der heqê hemû jinan û mirovahiyê de ye û wiha hate gotin: “Her roj jin bi rêbazên herî hov li ser destê malbat û xizmên xwe tên qetilkirin. Bêdengiya li hemberî sûcên hovane, bêdengiya li hemberî mafan e û îxanet e.”

Di dawiya daxuyaniyan de sûcên hovane der heqê jinan de hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî hate kirin ku hesab ji kesên sûcên tundiyê û kuştinê li dijî jinan pêk tînin, bê xwestin.

Her wiha bang li jinan hate kirin ku li hemberî zilm û binpêkirinên li dijî wan, hevgirtina xwe ava bikin.

JINÊN DÊRAZORÊ

Bi heman armancê, jinên Dêrazorê daxuyaniyek dan û sûcên kuştina her du keçikan şermezar kirin.

Di daxuyaniya jinan de hate gotin: “Kuştina zaroka bi navê Eyde ji aliyê gelek kesan ve, li dijî hemû pîvanên olî û exlaqî ye. Di demekê de ku welat rûxandin, nirx firotin û fitne belav kirin, şerefê tenê di laş de dibînin û di bin wê navî de jinan qetil dikin.

Wekî jinên Dêrazorê em bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan dikin ku cezayên giran li kujeran bibirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên li dijî tundiya li ser jinan bi dawî bûn.

(cx)

ANHA