HRE`ê nasnameya Dilşêr Efrîn eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya hevrêyê xwe Dilşêr Efrîn ku li herêma Efrînê şehîd bû, eşkere kir.

HRE`ê nasnameya Dilşêr Efrîn eşkere kir
7 tîrmeh, 2021   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Dilşêr Efrîn, ku li ser erka xwe bû, di 5`ê Tîrmehê de şehîd bû.

Daxuyaniya HRE`ê wiha ye:

Rêheval Dilşêr li Helebê di nav malbateke welatparêz de jidayik bû. Di têkoşîna me ya li hember qirkirin û dagirkeriyê de heta kêliya dawî cihê xwe girt û bû şervanekî rûmetê. Hevrê Dilşêr, bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan bi azwerî û dilsoziyek mezin bawer kir, li hember her cure paşverûtiyê bibiryar sekinî û tevlî karwanê şehîdan bû.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Dilşêr Efrîn

Nav û Paşnav: Ferhad Nasan

Navê dayik: Zeyneb

Navê bav: Eyûb

Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrîn -  05 Tîrmehê - 2021

Em di şexsê rêheval Dilşêr de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatê şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.