Serpêhatiya jinekê ku ji aliyê istixbarata Tirkiyê ve li Serêkaniyê hatibû girtin

H.M ya li Serêkaniyê ji aliyê istixbarata dewleta Tirk ve hatibû girtin, çîrokên ku di nava girtîgehan de û sûcên li dijî wê hatin kirin vegot. H.M got, Serêkaniyê bûye navenda DAIŞ`ê û kaniya terorê.

Serpêhatiya jinekê ku ji aliyê istixbarata Tirkiyê ve li Serêkaniyê hatibû girtin
7 tîrmeh, 2021   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dagirkirina Serêkaniyê re di dawiya 2019`an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" gelek sûcên plankirî li dijî şêniyên wê pêk anîn. Ji sûcên ku pêk dianînin; girtin, revandin, îşkence, tawanên nerast û darizandina wan li Tirkiyê li gorî qanûnên dewleta Tirk.

Artêşa Tirk a dagirker ne tenê ciwan digirtin lê belê bi dehan jin jî digirtin. Li gorî şahidan di girtîgehan de gelek îşkence û destdirêj li dijî jinan dihatin pêkanîn.

Jineke ku berê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû girtin û karîbû ji girtîgehê derkeve, ji ajansa me re çîrokên ku di jêrzemînên girtîgehên dewleta Tirk de jiyaye, vegot.

H.M nexwest navê xwe eşkere bike got: “Piştî dagirkirina Serêkaniyê ez vegerîm mala xwe. Piştî çend rojan istixbarata dewleta Tirk û gelek çeteyên wê hatin û ez girtim.”

BI TAWANA TÊKILIYÊN BI QSD'Ê RE HATE GIRTIN

Dagirker bi tawanên cûda şêniyan digirin, armanca wan ew e ku şêniyan neçarî koçberiyê bikin û guhertina demgorafîk li herêmên dagirkirî pêk bînin. Tawana wan a bingehîn jî ew e ku `têkiliya we bi bi Rêveberiya Xweser an QSD'ê re heye`.

Têkildarî wê H.M got: “Tawan hazir bû. Ew e ku ez bi QSD`ê re kar dikim. Heta çend mehan bi kehrebeyê îşkence li min kirin. Serê min dixistin nava avê û li min didan, ez dixistin teker (dolab) û bilanko, bi her awayî ez îşkence dikirim.”

H.M wiha domand: “Ne tenê îşkence li min kir, lê belê leşkerên Tirk û istixbarata Tirkiyê bêrûmetî li gelek jinan dikirin û bi rêbazên hovane îşkence li wan dikirin.”

ÇÎROKÊN JI GIRTÎGEHAN

H.M. bûyerên ku di gelek girtîgehên çeteyan de rû dane wiha bi bîr xistin: “Li şaxeke polîsên sivîl destdirêjî li keçeke bi navê H. ku sêwî ye û ji gundê Resim El-Hecir e hate kirin. 3 çeteyan û serçeteyê wan ê bi navê Seed Kîton ku koordînatorê istixbarata Tirkiyê ye, dest avêtin wê keça sêwî.”

H.M. detnîşan kir ku çeteyan kesê bi navê X. ku ji şêniyên Serêkaniyê bû girtin û îşkence lê kirin, piştî 2 rojan di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Lê çeteyan bi awayekî hovane laşê wî parçe kirin û radestî malbata wî kirin û jê re gotin ku ew di encama teqînekê de hatiye kuştin.

`HER KOMEKÊ GIRTÎGEHA WÊ YA TAYBET HEYE`

H.M got, di nava bajêr de gelek girtîgeh hene, her girtîgehek girêdayî komekê ye, çeteyan malên sivîlan kirine girtîgeh. Der barê vê yekê de ev agahî dan: “Tawan hazir in ew jî dan û standina bi Rêveberiya Xweser re ye, ji ber wê sivîlan digirin û piştî îşkenceyê fidye (pere) ji malbatên wan dixwazin. Her wiha girtîgehên jinan hene.”

` GIRTIYAN NEÇAR DIKIN KU BÊJIN EW GIRÊDAYÎ QSD`Ê NE`

Girêdayî vê yekê jî H.M got: “Dema di girtîgeha istixarata Tirk de bûm, çeteyan kesên din digirtin û piştî îşkence li wan dikirin, ew neçar dikirin ku li pêşiya kamerayê biaxivin û bêjin ew girêdayî QSD`ê ne ku ew şandine herêmê da ku teqînan pêk bînin. Ê ku wiha nebêje lê didin û îşkenceyê zêde dikin û gefa kuştinê li wan dixwin û êdî ew nayên berdan.”

H.M destnîşan kir ku ji ber tawanên ne rast bi dehan jin û ciwan girtî ne û îşkence û bêrûmetî di hemû aliyan de bi taybet li jinan tê kirin.

`SERÊKANIYÊ RÊYA MALBATÊN DAIŞ`Ê YE KU JI KAMPA HOLÊ DIREVIN Û DIÇIN TIRKIYÊ`

H.M îşaret pê kir ku dema ew di girtîgehê de bû, dagirkeriya Tirk 42 jin, 2 ciwan û 6 zarokên DAIŞ`ê di nav de serçete û gelek birîndar jî hebûn, derbasî Tirkiyê kirin.

H.M gotinên xwe wiha domandin: “Di nava wan de gelek nasnameyên biyanî hebûn hinek ji Japonya, Rûsya, Çeçenistan, Korya û Tirkiye bûn. Hemû jî bi rêya tankerên sotemeniyê ji kampa Holê hatine revandin û piştre derbasî Girê Spî yê dagirkirî hatine kirin. Paşê ji aliyê istixbarata Tirkiye ve derbasî Tirkiye hatin kirin.”  

H.M wiha pê de çû: “Ez dikarin bêjin ku Serêkaniyê bûye navenda DAIŞ`ê. Taxa Zorava (Horana) bûye kaniya DAIŞ û malbatên wan. Ji tevger û cil û bergên wan, me fêm kir ku DAIŞ in û hemû jî piştî ji kampa Holê, Baxozê û Dêrazorê reviyane, li vê taxê bi cih bûne.”

`DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ SIVÎLAN XILAS BIKE`

Der barê rewşa bajêr de H.M got: “Em nikarin li Serêkaniyê bijîn, ew bûye kaniya DAIŞ û terorê. Sûcên mîna destavêtin, dizî û kuştin rojane tên kirin.”

H.M bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku çeteyan ji herêmên dagirkirî derxin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a81BXIPpgqs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>