Li Til Temirê aloziya nan hat çareserkirin

Komîteya Aborî firina siyahî veguherand firina otomatîk û aloziya nan li navçeya Til Temirê çareser kir.

Li Til Temirê aloziya nan hat çareserkirin
7 tîrmeh, 2021   08:30
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Di demên dawîn de li navçeya Til Temirê aloziya nan derketibû. Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê bi hevkariya xwediyê firineke nanê siyahî firin veguherand firina otomatîk da ku pêdiviya şêniyan ji nan dabîn bike. Bi wê yekê alozî hat çareserkirin.

Girêdayî mijarê, xwediyê firina siyahî ya berê Ebdulezîz Mîro wiha got: "Firinê nanê siyahî çêdikir, lê bi derketina aloziya nan re Desteya Aboriyê û Rêveberiya Xweser pêşniyar kir ku em firinê veguherînin otomatîk, min jî erê kir. Ev yek dikeve xizmeta gel."

Mîro diyar kir ku Gerînendetiya Firinan rojane 3 ton ard dide firinê, da ku pêdiviya bajêr a du rojan peyda bike û firine 2 hezar û 600 tûr nan derdixe.

Mîro wiha domand: "Veguherandina firina siyahî ji ya otomatîk re sûdeke mezin li şêniyan kir û alozî ji sedî 50 bi dawî kir. Her wiha firineke navnedî ji bo pêdiviyên gundan ji nan hate diyarkirin. Lê ev firin pêdiviya bajêr peyda dike."

Mîro destnîşan kir ku ev firin têra tevahî bajêr dike û alavên tê de nûjen in. Gerînendetiya Firinan niha hewl dide ard zêde bike, da ku pêdiviya herêmê ji nan bi awayekî mezin dabîn bike."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QR4c4CY4a_I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>