Dewleta Tirk vê carê berê çeteyên Sûriyê daye Efganistanê

SOHR'ê ragihand ku bi kordîneya istîxbarata Tirk û serçeteyên Sûrîiyê, dewleta Tirk dê çeteyên sûrî bişîne Efganistanê û bi taybet Kabulê.

Dewleta Tirk vê carê berê çeteyên Sûriyê daye Efganistanê
7 tîrmeh, 2021   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dagirkeriya Tirk hewl dide ku çeteyên ji herêmên ku li Sûriyê dagir kirine bişîne Efganistanê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), awayê rêkirina çeteyan vê carê cuda ye. li gorî SOHR`ê, istîxbarata dagirkeriya Tirk hewl dide çeteyan di nav şîrketên ewlehiyê ya Tirk de bi peyamên fermî bişîne Efganistanê.

SOHR'ê ku agahiyên xwe dispêra çavkaniyan, da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi qanûnên navneteweyî bilîzê û van çeteyan di şirketên ewlehî de qeyd bike û hebûna wan Kabulê rewa bike.

SOHR'ê bibîr xist ku dosyaya veguhestina çeteyan bo Kabulê hê jî tê nîqaşkirin û destnîşan kir ku dibe ku ev yek di destpêka meha îlonê de dest pê bike. Her wiha diyar kir ku çete dê mehane 2 hezar dolarê amerîkî û heta 3 hezar dolarê amerîkî bigirin.

SOHR'ê piştrast kir ku istîxbarata Tirk dê rêveberiya operasyona veguhestin çeteyên sûrî bike, ji ber ku baweriya wan bi serçeteyên wan tune ne û erka çeteyan a serke dê ew be ku balafirgeha Kabul, avahiyan, navendên hikumetê û hêzên navneteweyî, biparêzin.

Li gorî agahiyan, di encama civîna navbera istîxbarata dewleta Tirk û komên çete de, wê 2 hezar çete rêbikin Efganistanê.

(dm)