‛Lidarxistina komxebatekê ji bo doza Kurdî gaveke girîng e’

Şêniyên Qamişlo da zanîn ku lidarxistina komxebatekê ji bo yekitiya neteweyî û sekna li hemberî êrişên dagirkeriyê ji bo doza Kurdî gaveke girîng e. Her wiha hêvî dikin ku ev komxebat encamên erênî ji kurdan re bîne.

‛Lidarxistina komxebatekê ji bo doza Kurdî gaveke girîng e’
7 tîrmeh, 2021   05:54
QAMIŞLO

KNK-Rojava amadekariya lidarxistina komxebateke berfireh bi diruşma"Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin" di 8’ê vê Tîrmehê de dike. Dê di komxebatê de du mijarên sereke werin nîqaşkirin, xeteriya êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û pêwîstiya yekitiya Kurd.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê Ebdulbaqî Hisên ê ji Qamişlo da zanîn ku ev komxebat ji bo pêkanîna yekitiya Kurd gaveke girîng e û divê hikumeta Başûrê Kurdistanê nekeve xefka dewleta Tirk a ku hewl dide di navbera kurdan de fitneyan de derxîne û wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker hegemoniya xwe li ser gelê Kurd ferz bike û herêmên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Bi hêvî me encamên erênî ji vê komxebatê derkevin."

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Hediye Sedûn bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku dev ji berjewendiyên xwe yên takakesî yên teng ku dikevin xizmeta dijmin, berdin û vegerin ser maseya diyalogê, her wiha bang li kurdên li tevahî Kurdistanê kir ku nekevin xefkên provokator ên dewleta Tirk.

Hediye Sedûn da zanîn ku ev komxebat ji bo doza Kurd xaleke girîng e û wiha got: "Diviyabû ji zû de bihata lidarxistin. Dê ev komxebat mîna bersivdana êrişên dewleta Tirk be. Em bi hêvî ne ku ev komxebata encamên erênî ji gelê Kurd re bîne û bibe destpêka serketina li dijî kesên hewl didin destkeftiyên Kurd derbe bikin."

DÊRIK

Şêniyê bi navê Ebdullah Hemze yê ji Dêrikê wiha got: "Di vê dawiyê de divê em ji êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê hişyar bin. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide fitne û şerekî nexweyî derxe. Ji lew re ji tevahiyan tê xwestin ku li hember van komployan hişyar bin."

Hemze diyar kir ku pêdiviya vê pêvajoyê bi yekitiya Kurd heye ku parastina destkeftiyên gel bike û got, hevkarî çareseriya yekane ya vê pêvajoya çarenûsî ya hestiyar e.

TIRBESPIYÊ

Berzan Hac Selac ê ji gundên Meşûqê yê Tirbespiyê diyar kir ku xwesteka wan a bingehîn ji partiyên Kurd ew e ku xwedî daxwazên gelê Kurd guhdar bikin û li hember dagirkeriya Tirk yekitiya neteweyî ava bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A_3P3raWJCw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>