'Dewleta Tirk bi rêya PDK`ê 3 stratejiyan di nava Kurdan de pêk tîne'

Reportaj Summay

'Dewleta Tirk bi rêya PDK`ê 3 stratejiyan di nava Kurdan de pêk tîne'
6 tîrmeh 2021   04:08

Lêkolînerê siyasî Hisên Umer da zanîn,’’Piştî şerê Zapê dewleta Tirk planên xwe bi temamî guhart. Eger ne ji PDK`ê bûya, dewleta Tirk nedikarî stratejiyên xwe li Başûr pêk bîne.’’

Kovareke amerîkî ya bi navê ‘The American National Interest Magazine’ 3 stratejiyên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û êrişên li dijî PKK`ê eşkere kirin. Li gorî kovarê, stratejiya yekê, reşkirina PKK`ê di nava gelê Başûrê de bi rêya amûrên xwe yên taybet e.

A duyemîn, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr, bixe stûyê PKK`ê. Anku dewleta Tirk bi behaneya PKK`ê êrişî Başûr dike. Jixwe di vê xalê de, ragihandina PDK`ê jî bi vê rolê radibe û sedema êrişên dewleta Tirk dixe stûyê PKK`ê.

Stretejiya sêyemîn a dewleta Tirk ew e ku di nava raya giştî ya kurdî de atmosferekî çêkin ku PKK şerê kurdî-kurdî dixwaze. Jixwe hedefgirtina pêşmergeyan li Metînayê jî di vê çarçoveyê de bû ku ew bûyer xistin stûyê PKK`ê.

Têkildarî her sê stratejiyên ku dewleta Tirk niha li Başûr dimeşîne, helwesta PDK û YNK`ê û hikumeta navendî ya Iraqê ji van êrişan re, her wiha pê revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê li Başûrê Kurdistanê, raya giştî ya Başûr û girîngiya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdî, nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Umer pirsên me bersivandin.

*Çima dewleta Tirk pêwîstî bi planeke bi 3 stratejiyan dît?

Ji bo ku em vê stratejiya dewleta Tirk a nû fêm bikin, pêwîst e em vegerin beriya çend salan. Dewleta Tirk piştî sala 2008`an anku binkeftina wê di şerê Zapê de, bi temamî planên xwe yên şerê li dijî PKK`ê guhartin. Belkî tê bîra we, heta beriya wê demê, Erdogan partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê zêde qebûl jî nedikirin û têkiliyên siyasî zêde bi wan re pêş nedixistin. Li ser vî esasî piştî têkçûna di şerê Zapê de, dewleta Tirk dest bi têkiliyên xwe bi hêzên Başûr re, bi taybet bi PDK`ê re kir û ew têkilî xurt kirin. Ji bo vê yekê jî dewleta Tirk ji bo şerê li dijî PKK`ê, Başûrê Kurdistanê wekî bingeh ji xwe re dît. Êdî dewleta Tirk ne tenê ji bo parastina sînor şer li hember PKK`ê kir, lê belê êdî şer di Başûrê de dest pê kir, da ku nehêle PKK gavan li Bakurê Kurdistanê zêde biavêje û PKK`ê di şerê di hundirê Başûr de mijûl bike. Ji bo vê yekê jî planeke bi vî rengî hate danîn. Ev plan hêdî hêdî ji sala 2008`an ve bi pêş ket.

A din, di wê demê de AKP`ê dest bi lîstokan kir da ku gel bixapîne û piraniya partiyên Kurdan jî bikişîne aliyê xwe û PDK`ê wek partiyekî bingehîn a ji bo mafên Kurdan bide nîşandan. Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirk dest bi gavavêtinan kir û şerê li hemberî PKK`ê girantir kir. Li ser vî esasî, bingeha stratejiyên ku kovara amerîkî diyar kiribûn, di wê demê de amade kir. Lewra jî dijmantiya PDK`ê ya li dijî PKK`ê xurtir kir û ev dijmantî bi taybet di nava rêveberiya PDK`ê de ava kir, dewleta Tirk di vî alî de heta astekê bi ser ket. Nemaze malbata Barzanî bi rêya aboriyê bi xwe ve girê da. Ev jî bû bingehek ku dewleta Tirk hêdî hêdî stratejiya xwe ya reşkirina PKK`ê pêk bîne û bide nîşandan ku PKK`ê şerê birakujiyê dixwaze. Jixwe ragihandina PDK`ê vê yekê nîşan dide. Dewleta Tirk di vî alî de hinek armancên xwe pêk anîn. Lê eger PDK`ê piştgiriya vê stratejiya dewleta Tirk nekira, ev stratejiyên dewleta Tirk dê felc bibûna, lê mixabin piştgiriya PDK`ê jê re dibe sedem ku her sê stratejiyên ku di kovara amerîkî de hatine diyarkirin, pêk werin.

*Gelo ev her sê stratejî bi rihetî û awayekî pratîk li ser erdê pêk tên?

Ev stratejî li ser erdê bi rêya piştgiriyeke xurt a PDK`ê tê meşandin. Dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare van stratejiyan pêk bîne. Niha PKK di rewşa heyî de bi dehan caran gotiye ew şerê birakujiyê naxwaze û ew li dijî vê yekê ye. Lê ragihandina PDK`ê rewşê berovajî dike û wekî ku PKK`ê şerê birakujiyê dike, nîşan dide û di vê çarçoveyê de derewan dike. Hûn jî dizanin her çiqas derew bin jî, lê bandora xwe heye. Berê kesên zane jî gotine"Gelek derewan bike, dê gel fêrî wan derewan bibe." Niha bi awayekî piratîk ev yek tê kirin. PDK bi rêya belavkirina pêşmergeyên xwe li qadên gerîla di rewşeke êrişê de ye, lê ragihadina PDK`ê vê yekê wekî ku PDK di rewşeke parastinê de ye, nîşan dide. Lê heta niha gerîla naxwaze şer derkeve. Bi gotineke din PDK ji dewleta Tirk re bûye amûrek da ku van stratejiyên dewleta Tirk pêk bîne.  

*Hûn helwesta PDK û YNK`ê di vê çarçoveyê de çawa dinirxînin?

Helwesta PDK`ê eşkere ye, anku PDK bûye wekî mertalek ji bo pêkanîna lîstok û stratejiyên dewleta Tirk di nava Kurdan de. Jixwe armanca wan ew e ku PKK`ê tune bikin, tevî ku nikarin jî, lê herî kêm wê hewl bidin ku PKK`ê li Başûr û li çiyayên Kurdistanê lawaz bikin. Çawa ku PDK`ê di salên 80`yî de bi pasdarên Îranê re li hemberî pêşmergeyên PDK-Îranê heman plan pêk anî û bi sedan pêşmerge şehîd xistin, niha jî dixwaze vê planê bi temamî li Başûr pêk bîne. Xwest li Rojava vê plane bike lê nikarîbû, ji bo vê yekê jî dixwaze vê planê li çiyayên Kurdistanê pêk bîne.

Helwesta YNK`ê bi nêrîna min zêde ne zelal e. Bi gotineke din helwesta YNK`ê hinekî ne aktîf e, ji bo ku berjwendiyên xwe pêk bîne anku ji bo berjewendiyên malbatê biparêze û şirîkatiya xwe bi Hewlêrê re biparêze, helwesta wê ne aktîf e û dengê xwe dernaxe. Helwesta kurdiyetî ya ku di vê demê de jê tê xwestin, dernaxe. Rast e bi PDK`ê re alîkarî nake û carinan dide xuyakirin ku planên dewleta Tirk li dijî Kurdan e, lê YNK`ê heta niha roleke çalak nalîze, roleke baş nalîze. Ev ne erka YNK`ê ye, erka wê ew e ku li dijî planên dewleta Tirk bisekine û bi rêya erkên di destên wê de dikare li pêşiya planên dewleta Tirk ên li dijî Başûr Kurdistanê bisekine. Eger YNK xwe ji hikumeta Başûrê Kurdistanê vekişîne, dê hemû planên PDK`ê têk biçin, lê mixabin YNK`ê jî li berjewendiyên xwe digere.

*Raya giştî ya Başûr û gelê wê, êrişa dewleta Tirk çawa dibînin?

Li gorî şopandina min, di vê demê de raya giştî ya Başûr hinekî şiyar e. Taybet aliyê Silêmanî, Helebçe û wan herêman, li dijî planên dewleta Tirk in û kurdewariya xwe esas digirin û piştgiriyê didin PKK`ê. Heta li herêma Behdînan a di bin desthildariya PDK`ê de jî raya giştî li wir şiyar e. Her çi qas PDK propagandayê dike û bi dehan televîzyonên wê rojane bi dehan nûçeyên derew diweşînin ji bo ku baweriya gel bi dewleta Tirk bîne û PKK`ê bixe reşê gel, lê ez bawer dikim ku ew bandora mezin nemaye. Diyar dibe ku piraniya gel ne bi nêrîna PDK`ê re ye.

*Hema bêje her kes armanca sereke ya dewleta Tirk ji êrişên li dijî Başûr dizane, lê tevî vê yekê jî hikumeta Başûr û hikumeta navendî ya Iraqê, helwesteke hişk li dijî armancên dewleta Tirk eşkere nekiriye, hûn vê yekê çawa dibînin?

Jixwe me helwesta PDK û YNK`ê ku hikumeta Herêma Kurdistanê temsîl dikin, şîrove kir. Lê helwesta hikumeta Iraqê jî bê deng e. Em dizanin hikumeta Iraqê jî ne hikumeteke serbixwe ye, aliyekî wê yê mezin di bin bandora Îranê de ye û kesên sunnî yên iraqî jî di bin bandora Tirkiyê de ne. Em ji bîr nekin ku bandoreke Amerîkayê jî li ser wan heye. Amerîka ji bo parastina Tirkiyê xwe bê deng dike û ne ji berjewendiyên Îranê ye jî ku PKK bi ser bikeve. Ji bo vê yekê jî alîgirên Îranê yên di hikumeta Iraqê de jî, li hemberî van êrişan bêdeng e. A din hikumeta navendî ya Iraqê dibîne ku hikumeta Başûrê Kurdistanê piştgirî dide êrişên dewleta Tirk, ji bo vê yekê jî kêfxweş e ku hikumeta başûr bê deng e.

*Gelo hûn revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Başûrê Kurdistanê ve beşek ji armanca dewleta Tirk nabînin ku dixwaze Kurdan li dijî hev sor bike?

ji xwe ev yek planekî dewleta Tirk e. Wekî tê zanîn bi dehan baregehan dewleta Tirk li Başûr hene, taybet bargehên MÎT’ê gelekî çalak in û bi hêzên Parastin (hêzên taybet ên girêdayî Mesrûr Barzanî) di nava hevkariyê de ne. Lewra ez dibînim ku girtina nûnerên Rêveberiya Xweser li Başûrê tiştekî normal e, di demeke ku nûnerên şandeya aştiyê li Başûr hatine girtin. Ji ber vê yekê jî êdî bandora MÎT`ê li herêmên di bin desthildariya PDK`ê diyar dibe.

Di her alî de PDK û hêzên girêdayî wê de, bi her awayî kar dike da ku Rojava bixe tengasiyê de, ji bo ku destkeftî xerab bike û mayînde nemînin.

*Hûn rola çapemeniya PDK`ê di her sê stratejiyan de ku me li jorê anîn ziman ku êrişan dewleta Tirk rewa dike, çawa dinirxînin?

Ji roja roj de, ragihandina PDK`ê ragihandineke êrişkar e. Li hemberî hemû hêzên kurdî bi vê rolê radibe. Lê di du salên dawî de, dewleta Tirk ji bo tunekirina hêza rizgariya Kurdistanê, bi her awayî xwe di Başûr de bicih kir. Ragihandina PDK`ê jî bi hemû saziyên xwe ji dewleta Tirk re bûne berdevk. Ji xwe MÎT Tirk nikaribû PKK`ê di nava Kurdan de reş bike û dewleta Tirk TRT 6 çêkir da ku bi heman rolê rabe, lê biser neket. Ji bo vê yekê jî ev rol da ragihandina PDK`ê. Ji bo vê yekê jî ragihandina PDK`ê her dixwaze PKK`ê di nava Kurdan de reş bike.

*Ji bo rawestandina van êrişan çi ji Kurdan tê xwestin? Bi gotineke din gelo dem nehatiye ku kongreyeke neteweyî ya kurdistanî çêbe?

Kurd neçar in li berxwe bidin, bi sedan salane ev êriş li dijî Kurdan tê kirin. Bi nêrîna min tiştekî tenê dikare van êrişan rawestîne an jî van êrişan pir kêm bike, ew jî ku hemû partiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrişan xwedî yek helwest bin û li kêleka berjewendiyên gelê xwe bin û ji dewleta Tirk re bêjin em piştiriya te nakin. Hinek alî dibêjin ku wê di aliyê aborî de, rewşa Başûr xerab bibe, eger vê helwestê nîşan bidin. Bi nêrîna min bandorekî xwe yê mezin wê tune be, ji ber ku sînorên Başûr bi Iraq û Îranê re vekirine. Ji xwe hikumeta Başûr dikare hîna xurtir sînorê xwe bi Rojavayê Kurdistanê re vebike. Berovajî wê, eger ev helwest derket wê bandora xwe ya mezin li ser aboriya Tirkiyê be.

Ji bo kongreya neteweyî, bi amadebûna partiyên heyî mirov dikare kongreyekê çêke. Mînak eger ji Başûr tenê YNK û Goran jî tev lê bibin û ji hemû parçeyên din partiyên kurdî tev lê bibin, gelekî girîng e. Lê eger em bimînin hêviya PDK`ê ku wê beşdarî kongreya neteweyî ya kurdistanî bibe, ev kongre dê çênebe. Ji ber ku PDK tu carî naxwaze kongreyeke neteweyî ya kurdistanî çêbe, ji ber ku di kongreyê de dê rola PDK`ê zêde ne xurt be.

 ANHA