​​​​​​​Fethî Mehmûd: Gefên li dijî Kurd û Ereban yek in, dikarin bi hevkariyê werin têkbirin

Reportaj Summay

​​​​​​​Fethî Mehmûd: Gefên li dijî Kurd û Ereban yek in, dikarin bi hevkariyê werin têkbirin
11 tîrmeh 2021   03:08

Fethî Mehmûd da zanîn ku gef û metirsiyên li dijî Kurd û Ereban yek in û sekinandina li hemberî van gefan tenê bi hevkariya Kurd û Ereban pêkan e û got “Ev yek jî bi rêya diyaloga her du aliyan de pêkan e.”

Nivîskar û edîtorê rojnameya El-Ehram a Misirê û endamê Meclisa Misirê ya Kar û Barên Derve Fethî Mehmûd, têkildarî girîngiya têkiliyên Kurd û Ereban, sekandina li hemberî dagirkeriya Tirk û têkoşîna hevbeş a gelên Kurd û Ereb, bersiva pirsên ajansa me da.

Fethî Mehmûd da zanîn ku di dîrokê de hat îsbatkirin ku Kurd û Ereb pêdiviya wan bi hev heye û di mijara ewlehiya neteweyî de her du bandorê li hev dikin.

Mehmûd diyar kir ku divê li ser asta dewletên Ereban bi tevahî girîngiyek ji doza kurdî re were dayîn.

Mehmûd got armanc ji ‘Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan’ ku doza Kurdan bi awayekî rast ji raya giştî ya Ereban re were naskirin û banga berdana yek ji sembolên doza kurdî rêber Abdullah Ocalan were kirin.

Mehmûd bal kişand tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nimûneyek ji bo pêkanîna feraseta neteweya demokratîk e ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye. Ji ber vê yekê di nava aştî, ewlehî û jiyana hevbeş a pêkhateyan de ye."

Mehmûd anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêkên herî giran ên Rojhilata Navîn re pêşkêş kir, lê rejîma Tirk naxwaze aştî pêk were.          

Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye:

We pirtûkek li ser têkiliyên Kurd û Ereban nivîsandibû, girîngiya têkiliyên Kurd û Ereban di sedsala 21`an de, hûn çawa dibînin?

Em di wê baweriyê de ne ku herêmên Kurdan di aliyê rojhilat de, wekî dîwarekî li dijî gefên li ser welatê Ereban e. Cemal Ebdulnasir jî di vê baweriyê de bû, ji ber wê yekê di sala 1957`an de li Misirê derfet da ku yekemîn radyoya kurdî were vekirin. Di wê demê de, şêx Umer û bapîrê min Mardînî ku di beşa kurdî ya Mizgefta El-Ezher de kar dikir, wekî berpirsên beşa kurdî di Radyoya Qahîreyê de hatin erkdarkirin. Balyozê Tirkiyê yê li Qahîreyê dema ku radyoyê dest bi weşanê kir, yekser çû gel Ebdulnasir û vekirina radyoyê protesto kir. Lê Ebdulnasir bersiv da û got; ‘Hûn dibêjin Kurd li Tirkiyê tune ne û kesên ku ji wan re tê gotin Kurd, hûn dibêjin ev Tirkên çiyayî ne. Hûn çima ji vekirina radyoyeke kurdî aciz dibin?’

Li ser vî esasî û dûrî hemû nakokiyên siyasî yên niha, divê rewşenbîr û civaka sivîl a erebî û kurdî girîngiyê bidin diyaloga yekser a di navbera her du aliyan de. Ev yek jî di dîrokê de hat îsbatkirin ku pêdiviya wan bi hev heye û her du jî di mijara ewlehiya neteweyî de bandorê li hev dikin.

Dema ku em behsa diyaloga erebî-kurdî dikin, armanca me ne ku em behsa diyaloga di navbera dewletan de dikin, wekî diyaloga erebî-kurdî li Sûriyê û Iraqê. Lê belê armanca me diyalogeke giştî ya erebî-kurdî ye. Em Kurdan wek neteweyekê dibînin, dûrî nakokiyên hundirîn tevgerên kurdî. Eger li Sûriye û Iraqê ji ber hebûna Kurdan, girîngiya doza kurdî heye, lê bi nêrîna min divê li ser asta dewletên erebî bi tevahî girîngiyek ji doza kurdî re were dayîn. Bi taybet li Tirkiyê ku hejmara Kurdan lê zêde ye û bi şerê dijwar ê rejîma Tirk re rû bi rû ne. Di rastiyê de, Kurd di aliyê dîrokî, cografî û jeo-siyasî de, beşeke ewlehiya neteweyî ya erebî ne ku nayên qutkirin û berjwendiyên hevbeş ên her du aliyan hene.

Ji aliyekî din ve jî, divê cudahiya rejîmên erebî yên ku hin ji wan bi Kurdan re ketin nava nakokiyan û gelê Ereb ku beşdarî wan nakokiyan nebû, were naskirin. Gelê Ereb, malbatên Kurd pêşwaz kirin û hiştin ku Kurd bê cudahî tev li nava civakê bibin.

Divê rewşenbîrên Ereb roleke pêşeng di rêvebirina raya giştî de bilîzin da ku gelê Kurd nas bike û bi wan re bide û bistîne, dûrî berjwendiyên teng ên erebî. Ev pêşeng di rêvebirina diyaloga li gel Kurdan de û rakirina tevliheviya li ser hin mijarên girêdayî pirsgirêka Kurd, bi beşdariya saziyên civaka sivîl û rewşenbîrî û siyasetmedaran ên her du aliyan, barekî mezin digire ser xwe.

Wek encam, em fereseta diyalogê ya di navbera her du gelan de, anku her du neteweyên Kurd û Ereb, civakên wan ên sivîl û rewşebîran, hem ji bo çar welatên sereke yên ku Kurd û Kurdistan parçe kirin û bi giştî Rojhilata Navîn û hem jî li her devera ku Kurd û Ereb lê dimînin, esas digirin. Ev jî armanca sereke ya pirtûka min e (Têkiliyên Ereb û Kurdan) ku ji aliyê saziya El-Ehram ve li Misir û tevahiya herêmên Ereban hatiye weşandin. Ev babet jî girîng e.

Kurd û Ereb li hemberî şer û komployên li dijî herêmê çawa dikarin piştgiriya hev bikin?

Herêma Ereban bi sê projeyên mêtingeriyê re ku ji aliyê Tirkiye, Îran û Îsraîlê ve têne plankirin, rû bi rû ye. Ev yek ji bo ewlehiya Ereban gefeke mezin e. Ev heman hewldanên mêtingeriyê li dijî Kurdan jî têne kirin. Ev yek jî nîşan dide ku gef û metirsiyên li dijî Kurdan û Ereban yek in. Sekinandina li hemberî van gefan jî tenê bi hevkariya Kurd û Ereban pêkan e û ev yek jî bi rêya diyaloga her du aliyan pêk tê. Divê em dûrî mentiqê dûrxistin û dijmantiya di aliyê çapemeniyê de, bikevin. 

Divê em balê bikişînin ser pêvajoyên erênî yên têkiliyên Ereb û Kurdan û hevkarî û jiyana hevbeş a di rêvebirina dewletên erebî ya îslamî de. Her du pêkhateyan li hemberî mêtingeriya derve, parastina herêma Ereban kiriye. Dewletên Ereban, nemaze Misir, pêşwaziya têkoşîna tevgerên kurdî yên li dijî mêtingeriyê kiriye. Her wiha divê têkoşîna hevbeş a Ereb û Kurdan di nava saziyên civakî de, were bibîrxistin û derfeta pêşxistinê li ser esasê van têkiliyan were kirin.

Rewşenbîrên Ereb di dirêjahiya dîrokê de roleke pêşeng di naskirina doza neteweya Kurd de lîstin û raya giştî bi doza Kurdan dane naskirin. Her wiha beşdarî diyalogên têkildarî doza kurdî bû. Ya herî girîng û nûjen jî beşdarî Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan bûn.

Avakirina însiyatîfê vedigerê meha 8’an a sala 2020`an ku wê demê min gotarek bi sernavê "Ber bi hemleyeke navneteweyî ya serbestberdana Ocalan ve" di rojnameya El-Ehram a Misirê de weşand. Di wê gotarê de min piştrast kir ku dem hatiye hemleyeke navneteweyî ji bo serbestberdana Abdullah Ocalan were organîzekirin. Ne tenê Kurd beşdarî vê hemleyê bibin, lê belê divê her kesê ku bawerî bi nirxê azadî, demokratîk û rizgarkirina nîştimanî li tevahiya dewletên cîhanê tîne, tev lê bibe. Nexasim divê rewşenbîr, wêjevan, hunermend, saziyên civaka sivîl û hwd li ser asta herêmî û navneteweyî beşdar bibin.

Bertekên erênî ji nava rewşenbîrên Misirê û Ereban ên têkildarî gotarê derketin. Gelek ji wan fikirên erênî nirxandin û tev li Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan bûn. Ev komîte ne tenê misirî bû, lê belê wekî însiyatîfeke giştî ku nivîskar, ronakbîr û nûnerên saziyên civaka sivîl ji dewletên Ereban cihê xwe tê de digirin. Armanc ji vê însiyatîfê ku doza Kurd bi awayekî rast ji raya giştî ya Ereban re, were naskirin û banga berdana yek ji sembolên doza kurdî Abdullah Ocalan were kirin û li herêma Rojhilata Navîn pêkanîna îstiqrar û aştiyê.

Hûn tecrubeya jiyana hevbeş a pêkhateyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, çawa dibînin?

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nimûneyek ji bo pêkanîna feraseta neteweya demokratîk e ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye. Ji ber vê yekê di nava aştî, ewlehî û jiyana hevbeş a pêkhateyan e. Çareseriya demokratîk fereaseta dewleta serbixwe wekî şertekî nabîne. Her wiha pişta xwe nade çareyên dewleta federal an jî konfederal wekî pêşdîtineke dewleta neteweyî. Lê di heman demê de, di lêgerîna li çareseriya demokratîk de, van vebijêrkan red nake ku wekî deriyê derbasbûna çareseriya bingehîn e. Ji ber ku federalî rê li pêşiya xwebirêvebirina civakê ya demokratîk vedike, her wiha projeya federalî û konfederaliya demokratîk a civakan esas digire û wek çareseriyekê ji bo tevahiya mijar û pirsgirêkan pêşkêş dike.

Hêz, partî, kesayet û saziyên civaka sivîl ên ku Rêveberiya Xweser îlan kirine, hevpeymaneke civakî ku têkiliya hemû netewe û olan li herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê organîze dike, ava kirin. Bi vê yekê parastina saziyên dewletê yên nîştimanî yên heyî kirin û Rêveberiya Xweser bi sedan sazî û meclis li gund, tax û bajaran ava kirin. Li kêleka wê di xweparastina rewa de sîstemeke pêşketî bi rêya YPG û YPJ`ê ku piştre bû QSD, ava kir.

Lê di heman demê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî astengiyên rejîma Sûriyê, êrişên dewleta Tirk û DAIŞ’ê û komên radîkal tê. Bi hevgirtineke xurt û zêde ya hêzên ku ev rêveberî ava kir, dikarin li pêşiya van astengiyan bisekinin.

Ev projeya Rêveberiya Xweser dê çawa bibe projeyeke giştî ya Rojhilata Navîn?

Demên dirêj Kurd bi taybet li Tirkiyeyê rastî êrişên hovane hatine. Kurdan hewl da ku bi rêya tevgerên têkoşînê êrişên li dijî xwe bisekinin. Yek ji wan tevgerên herî berz Partiya Karkerên Kurdistanê ye ku rêveberê dîrokî Abdullah Ocalan di salên 1970`yî de ew damezirandiye. Vê tevgerê salên 1980`î şerekê çekdarî yê dirêj kir û Tirkiyeyê jî bi wêrankirina bi hezaran gundên Kurdan bersiv da. Her weha di heyama 20 salan de li pey Ocalan bi xwe diket. Hêzên Tirkiyeyê hewl da ku sala 1998`an derbasî Sûriyeyê bibe da ku Ocalan bigirin, lê Ocalan ji Şamê derket û çend dewlet guhertin heta ku istixbarata Tirkiyeyê di girtina wê de bi ser ket û bi alîkarîya Îsraîl û Amerîkayê 15`ê sibata 1999`an ew li balafirgeha Nîrobîyê girt. Ji wê demê ve Ocalan di zindana îmraliyê de di rewşên her xirab da dijî. Piştî ku cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn, lê ew ceza bi fişara dewletên ewropî veguherî zindankirina ebedî.   

Di rastiyê de, şopînerên hizira Ocalan yên berê û dema girtina wî ya dûdirêj diyar dibe ku li beramber hizirmendekî ne, ne ku bi tenê rêveberê komeka têkoşînê. Her wiha Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûye tevgereke nîştimanî, ne tevgereke parçekirinê. Lewra beriya salên 1993 û 1995`an Ocalan rawestandina şerê çekdarî ji aliyekî ve ragihandibû, lê belê Tirkiyê ew yek red dikir. Di sala 1998`an de anku berî girtina wî bi du mehan, Ocalan ragihand ku ew dê rêya aştiyê li şûna şerê çekdarî bingeh bigire, lê belê li şûna ku ev yek bibe derfetek da ku doza kurdî bigihêje çareyeke aştiyane, Tirkiyeyê êrişên xwe yên ji bo tunekirina kurdan bi awayekê hovane berdewam kirin.

Ocalan gelek mijarên girîng di parêznameyên xwe yên Manîfestoya Civaka Demokratîk de nîqaş kirine. Rêya wî ya hizirê ya ku digot ji bo avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe divê şerê çekdarî bê kirin, gelek bi pêş ket, lewra dest bi karê ji bo çareya demokratîk a aştiyane kir. Nexşerêya hûrguliyên vê rêyê jî pêşkêş kir. Vê mijarê hişt ku dewleta Tirkiyeyê şerê qirkirinê li dij kurdan berdewam bike. Di nêrîna Ocalan ya neteweya demokratîk de diyar dike ku veguherîna ber bi neteweya demokratîk ve çareya herî pêşketî û serkeftî bû ku dikare pêk bê, bêyî pêdivîya dewleteka kurdî ya neteweyî.

Di heman demê de bêyî ku dewleta neteweyî ya serdest veguhere dewleteke bi rêbazê federal. Li ser vî bingehî nexşerêya çareseriyê ku pêşkêşî dewleta Tirk kir, wekî rêgezên çareserî û aştiyê ye. Lê alavê propogandaneyê û sorkirinê yê dewletê ku bi rêgezên qirkirina etnîk gelek bandor bûye, nikare biryarekê ji bo aştî û çareseriya demokratîk bide. Tevî hewldanên PKK`ê yên agirbestê ku ji aliyê xwe ve ragihand, lê bersiva layîqî agirbestê negirt. Lê ev rewşeke bi vî rengî dirêj nekir, an wê çareseriya aştî û demokratîk ku her du alî li ser rêgezên wê yên sereke li hev bikin û ev jî dê bibe aştiyeke dîrokî û nimûneyeke çareseriya siyasî ya demokratîk, an jî em ê vegerin şerên nû yên demdirêj. Bi vî rengî Abdullah Ocalan çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêkên herî girêk ên Rojhilata Navîn re pêşkêş kir. Lê rejîma Tirk ku fêrî sûcên qirkirina etnîk bûye, naxwaze aştî pêk were.          

Ocalan niha rêbazekê ku dişibe ya têkoşerê afrîkî yê mezin Nelson Mandela ku ji bo parastina mafên gelê xwe 27 salan di zindanê de mabû, paşê ji bo zextên navdewletî derketibû û bûbû yekem serokê reş ê dewletê.

Bawer im ku divê nêrîna giştî ya cîhanî kom bibe da ku zor li sîstema Erdogan a faşîst were kirin û bi Kurdan re bikeve nava aştiyê. Her wiha tevahî kiryarên vê sîstemê yên li dijî Kurdan û kesên din ji raya giştî re bên eşkerekirin û cezayên navdewletî lê bên birîn da ku ji nezanîya xwe vegere.

Dewleta Tirk di vê serdemê de hewl dide serdema Osmaniyan vegerîne û gelek dewletên Rojhilata Navîn, di nav de herêmên Kurd û Ereban dagir bike. Kurd li hemberî van hewldanan şerekî mezin dimeşînin, hûn berxwedana Kurdan di vê mijarê de çawa dibînin?

Divê eniyeke Ereban a xurt li hemberî projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk ku rejîma Erdogan hewl dide li ser her herêma Ereban ferz bike, were avakirin. Di heman demê de, divê Yekitiya Ereban li dijî rejîma Tirkiyê helwesteke xurt nîşan bide.

Lê di demekê de ku guhartin li Rojhilata Navîn çêdibin û hin hêzên herêmî wekî Tirkiyê, Îran û Îsraîl hewl didin projeya xwe ya mêtingeriyê li ser herêmê ferz bikin, diyaloga kurdî-erebî û koordîne û hevkariya giştî di çarçoveya berjewendiyên her du aliyan de, gelek girîng e û divê pêk were. Nexasim doza kurdî bi awayekî giştî bi ewlehiya neteweyî ya erebî ve girêdayî ye.

Di diyaloga her du aliyan de, divê kesayetên siyasî û rewşenbîrî tev lê bibin û ev yek destekeke girîng e ji bo naskirina rast a raya giştî bi doza kurdî re. Her wiha piştgiriya hemû gavên nêzikbûna gelên Ereb û Kurd were kirin û bale bikişînin ser çanda hevbeş. Di heman demê de, ji nava pêşniyarên di vê çarçoveyê de, peymangeheke kurdî-erebî were vekirin û ev projeyeke gelekî girîng e ji bo aktîfkirina têkiliyan, weşand û wergerê, her wiha naskirina wêje, huner û çanda her du gelan. Di heman demê de, divê astengî û metirsiyên hevbeş ên li dijî nasnameya Ereb û Kurdan û metirsiyên taybet ên girêdayî nasnameya Ereban û Kurdan, werin naskirin. Komara Dewletên Ereban di avakirina vê peymangehê de dikare roleke sereke bi rêya Rêxistina Erebî ya Perwerde, Çand û Zanyarî (Alexo) û bi hevkariya Yekitiya Nivîskaran, zanîngehên erebî, saziyên civaka yên erebî û kurdî, bilîze.

Ev peymangeh dikare gelê Kurd û Ereb teşwîq bike da ku di materyalên xwendinê yên welatên xwe de, agahiyên rast li ser têkiliyên Ereb û Kurdan de bi cih bike û nasnameya rast a her pêkhateyekê bide naskirin. Bi vê yekê dê nifşekî nû yê zana di vê mijarê de were gihandin.

Di heman demê de, Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan, dikare asta diyaloga navbera Kurdan û Ereban de ferehtir bike, da ku bi raya giştî ya erebî doza kurdî bide naskirin û agahiyên şaş tên têkildarî Kurdan de bi rêya civîn, kongre û semîneran de were rastkirin.

Her wiha beşdarkirina kesayetên erebî yên bi eslê xwe Kurd û li gel raya giştî ya Ereban xwedî bawerî ne, di nava diyalogên erebî-kurdî de. Wekî mînak derhênerî sînameyê Elî Bedirxan ku bi eslê xwe Kurd e, dikare di çarçoveya diyaloga kurdî-erebî de, xebatên hunerî pêşkêş bike, anî mîhrecan û xebatên sînema yên mezin lidar bixe.

Ji aliyekî din ve ji ber girîngiya dezgehên ragihandinê, divê komxebatên hevbeş ên ragihandinê yên Kurd û Ereban werin lidarxistin. Rojnamevan û nûçegihanên ji her du aliyan ji hemû nifşan û nexasim ciwanan ji herêmên Ereban û Kurdan tev lê bibin. Di van komxebatan de, divê doza kurdî were naskirin û têgeh û ferasetên ku têne bikaranîn û ne li gorî cewherê xwe ne, werin şîrovekirin. Di heman demê de, divê hewldan werin kirin da ku bernameyên radyo, televîzyonê û dîmenên hevbeş werin amadekirin.

Çand wekî bingeheke ku dikare gelek ronakbîr, rewşenbîr, ciwan û jinan ji her du aliyan dûrî bandorên nakokiyên siyasî, bîne gel hev. Di vê xalê de tiştên hevbeş gelek hene û li ser vî esasî têkiliyên di navbera civaka sivîl a Ereban û Kurdan de zêdetir bi pêş bikevin. Her du alî bigihêjin girîngiya diyalogê û hewl bidin hemû netewe li herêmê mafên xwe yên esasî li ser esasê hemwelatîbûn, hevbeşî, wekhevî û baweriya ku çarenûsa hemûyan yek e, bi dest bixin.

ANHA