Şervan Derwîş: Îtîlaf ji bo pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk kar dike

Reportaj Summay

Şervan Derwîş: Îtîlaf ji bo pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk kar dike
30 hezîran 2021   23:46

Şervan Derwîş diyar kir ku Îtîlafa Sûriyê baweriya xwe winda kiriye û bûye ajanek ku berjewnediyên gelê Sûriyê têk dibe û got “Ew çete ne û li gorî ajandeyên dewleta Tirk kar dikin."

Herî dawî Minbic bi bangewaziya serokê Îtîlafê Nasir El-Herîrî ya ji bo serokê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan dîsa kete rojevê ku Minbicê dagir bike. Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê  Şervan Derwîş di hevpeyvîneke li gel ajansa me de diyar kir ku ji dema ku Minbic beriya 5 salan rizgar bûye, gelek alî û herî zêde jî dewleta Tirk hewl didin vî bajarî kontrol bikin û ji bo wê jî gelek rêbaz bi kar anîn.

Hevpeyvîn wiha ye:

Gelo piştî vekişîna amerîkayê ji Minbicê çi çêbû û kî niha Minbicê diparêze?

Niha hêza çalak ku Minbicê diparêze Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye. Lê ji ber pêşketinên ku rû dane, bi taybet piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û Koalîsyona Navneteweyî ku di şerê rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê de bi me re bûn, lihevkirineke leşkerî çêbû û li gorî wê hêzên hikumeta Şamê li eniyên şer li rex hêzên me belav bûn. Her wiha Rûsyayê navendeke koordîneyê jî vekir. Eniyên Minbicê ji bakur û heta bakurê rojava eniyên şer ên bi çeteyên dewleta Tirk û artêşa Tirk a dagirker re ne. Gelek baregehên dewleta Tirk a dagirker lê hene. Ji rojava heta başûr eniyên bi hêzên hikumeta Şamê re hene. Heta niha tu şer li wir çênebûye. Ji destpêka rizgarkirinê û heta niha her tim çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêmê  topbaran dikin û di vê dawiyê de topbaran zêde bûye.

Gelo girîngiya Minbicê ji bo hêzên nakok; dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê çi ye?

Helbet Minbic di gelek aliyên leşkerî de xwedî girîngiyeke stratejîk e. Dergeha Helebê ye, li ser rêya navneteweyî ye û bûye navenda eniyên şer ên di navbera gelek aliyên xwedî ajandeyên cuda de. Hemû hêz hewl didin Minbicê kontrol bikin da ku hegamonyaya xwe û rola xwe ya li herêmê di gelek aliyan de xurttir bikin. Ew navendeke bazirganî û depoyeke mirovî ya mezin e. Ji ber van egeran Minbic ji bo her kesî girîng e. Ruxmî ku aliyê rûs sponserê lihevkirinên ku pêk hatine, lê ew jî hewl dide berjewendiyên hikumeta Şamê pêk bîne. Lewra ew di vê sponseriyê de wek aliyeke garantor ne durist e. Rûsya binpêkirin û topbarankirina jîngehan ji aliyê dewleta Tirk ve, paşguh dike. Rûsya rê li pêşiya hedefgirtina Minbicê û xelkê wê ji aliyê dewleta Tirk ve nagire.

Gelo komployen li diji Minbicê çi ne?

Ji dema ku Minbic beriya 5 salan rizgar bûye, gelek alî û di serî de dewleta Tirk propagandayê dikin ku Minbicê kontrol bikin. Ji ber wê jî gelek rêbaz bi kar anîn. Gelek caran êriş kir, êrişa yekemîn piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê bi çend mehan bû. Piştî lihevkirina bi Rûsyayê re û piştî ku hêzên parastina sînor li herêma Erîme belav bûn, ev êriş rawestîn. Lê piştre ev hewldan bi gelek rêbazan dom kirin, çi bi rêya teqemeniyan an jî derxistina tevliheviyê di navbera şêniyên wê de.

Ev hewldan ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve bûn, lê belê hikumeta Şamê jî ya ku xelkê Minbicê di bin şûrên DAIŞ`ê û hovîtiya wê de hiştin, niha hewl dide bajêr kontrol bike. Kesek nikare li ser rihê welatparêziyê yê şêniyên Minbicê û hêzên wê yên leşkerî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bazaran bike. Ji ber ku van hêzan bi sedan şehîd ji bo tunekirina terorê û parastina ewlehiya bajêr dan.

Piştî 10 salan ji şer, wêranî, koçberî, ferzkirina cezayan û girtina deriyên sînor, civaka navneteweyî bi rola xwe ranabû ku gel û xelkê herêmê biparêze. Vê yekê hişt ku rewş dijwar û girêk bibe. Minbic beşek ji Sûriyê ye lê di gelek aliyan de zehmetî tên kişandin. Rêjeya azarkişandinê cuda ye lê bandorê li hemûyan dike. Hewldana bikaranîna vê lîstikeke ku eşkere bûye. Rewşa herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê û yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin ji rewşa Minbicê xirabtir e. Ji ber wê hikumeta Şamê û heta hêzên din jî nikarin vê mijarê bi kar bînin. Hewldana têkbirina ewlehiya li bajêr bi rêya komeke ajan û çeteyan bi saya têgihiştin û rihê berpirsyariyê yê xelkê bajêr têk çû.

Gelo hûn daxuyaniyên dawîn ên Îtîlafê çawa dinirxînin ku bang li dewleta Tirk kir ku Minbicê dagir bike?

Îtîlafê pêbaweriya xwe winda kir. Bûye ajanek ku berjewendiyên gelê Sûriyê têk dibe. Ew çete ne û li gorî ajandeyên dewleta Tirk kar dikin. Li beramberî wê ajantiyê jî pere digirin. Hemû vê rastiyê dizanin. Ez ne bawer im ku bandora wan hebe. Gelê Sûriyê bi giştî wan red dike. Yên ku bang li dewletekê dikin ku welatê wan dagir bike, mirov nikare bi tiştekî, ji bilî bê şeref in, bi nav bike. Di warê siyasî de jî bi çete û ajantî tên wesifandin.

Gelo helwesta Rêveberiya Sivîl û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bûyerên li Minbicê rû didin, çi ye?

Teqez ji mafê gel, xelkê Minbicê û rêveberiya wê ye ku pêdiviyên jiyana birûmet peyda bikin û xebat ji wan re werin pêşkêşkirin. Di dirêjahiya 5 salan de di gelek waran de pêşketin çêbû. Lê rewşa Sûriyê ya giştî bandorê li Minbicê jî dike. Gelek war hene ku rêveberî dikare bi rêbazeke baştir pê re bide û bistîne. Lê gelek mijarên din hene ku zêdetirî karîna rêveberiyê ne mîna bihabûn, dorpêç û encamên ferzkirina Qanûna Qeyser.

Ji roja yekemîn ve gelek nîqaş bi gelek çînên civaka Minbicê û êlên wê re çêbûn. Em dikarin bibêjin ku hişyarî û rihê berpirsyariyê yê şêniyan û Rêveberiya Sivîl têrê kir ku hewldanên aliyan têk bibin ku hewl didin daxwazên gel ji bo pêkanîna ajandeyên xwe û têkbirina ewlehiya li bajêr bi kar bînin. Hemû hewldanên berê têk çûn û dê vê carê jî têk biçin. Gelek xebat tê kirin ku çareserî werin peydakirin ku ji bo hemûyan guncaw bin. Helbet wek Meclisa Leşkerî berpirsyariya me parastina Minbicê û xelkê wê ye. Her wiha dabînkirina ewlehiya wê ye. Berpirsyariya rêveberiyê jî ew e ku jiyaneke birûmet ji şêniyan re peyda bike û xebatên pêwîst pêşkêş bike. Ji erka hemûyan e ku bi hev re kar bikin û destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin heta ku çareseriyeke siyasî ya giştî li Sûriyê pêk were. Parastina keştiyê berpirsyariya hemûyan e.

(şx)

ANHA