Di topbarana li ser Zirganê de sivîlek birîndar bû

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Zirganê de sivîlek birîndar bû.

Di topbarana li ser Zirganê de sivîlek birîndar bû
4 tîrmeh, 2021   18:14
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundewarê bakurê navçeya Zirganê didomînin.

Dagirker ji baregehên ku li gundên Enîq El-Hewa û Bab El-Ferec ava  kirine, gundên Dada Ebdal, Niwêhat û Xedrawî  ku sivîl lê hene topbaran dikin.

Ji ber topbarana li ser gundê Niwêhat sivîlek birîndar bû. Birîndar ji bo nexweşxaneyên Til Temirê hat veguhestin.

ANHA