Rewşenbîr: Dewleta Tirk Başûr dagir dike, divê gelê wê serî hilde

Rewşenbîran diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina serkeftineke beriya hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyê ne û bang li gelê Başûr kir ku li hemberî planên dagirkeriyê bisekine.

Rewşenbîr: Dewleta Tirk Başûr dagir dike, divê gelê wê serî hilde
5 tîrmeh, 2021   00:39
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana borî ve êrişên qirkirin û dagirkeriyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Li hemberî êrişan, Hêzên Parastina Gel (HPG) berxwendaneke lehengane raber dikin.

Li çar parçeyên Kurdistanê êriş û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re ji aliyên gel, derdorên siyasî û çandî ve tên şermezarkirin.

Rewşenbîran bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî planên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Kurdistanê, serî hilde û bang li hikumeta Başûr jî kir ku der barê êrişan de helwesteke rast nîşan bide.

Helbestvan Mihemed Salih Îbrahîm daxuyand ku dîroka hikumeta Başûrê Kurdistanê bi helwest û bûyerên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dagirtî ye û wiha dewam kir: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê her tim bi rêya dewleta Tirk û Iraqê şerê hêzên kurdistanî kiriye.”

'PDK'Ê FERMANÊN TIRKIYÊ PÊK TÎNE'

Îbrahîm îşaret pê kir ku PDK`ê bûye amûrek û li gorî fermanên dewleta Tirk tev digere û wiha axaftina xwe dewam kir: “Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir kir û PDK’ê jî fermanên wê pêk tîne. Mînaka wê jî ew e ku hikumeta Başûrê Kurdistanê banga ji bo beşdarbûna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêk neanî.”

Îbrahîm destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Başûr li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser erdê Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku ew bûye amûrek di destê dewletên dijberî doza kurd de û got ji ber wê yekê PDK`ê nikare helwesteke cidî nîşan bide yan li gorî berjewendiya doza kurd kar bike.

Mihemed Salih Îbrahîm da zanîn ku hikumeta Başûrê Kurdistanê xwe ji parçeyekî doza kurd nabîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke girîngî bida doza kurd, dê niha di nava Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de bûya û beşdarî girtina biryarên girêdayî êrişên Tirkiyê bûya. Erka wê tenê reşkirina parêzvanên doza kurd e.”

'BERIYA HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ PÊWÎSTÎ BI SERKEFTINEKÊ LI DERVE HEYE'

Îbrahîm pesna serkeftinên gerîlayên HPG`ê li Heftanîn, Garê, Zap, Avaşîn û Metînayê da û got: “Dewleta Tirk a dagirker her tim li ser destê HPG`ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran dixwe. Êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di vê demê de ji bo bidestxistina serkeftinekê li derve beriya hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyê ne."

Îbrahîm dibêje erka HPG`ê ne tenê parastina Herêmên Parastinê yên Meydayê ye, lê belê niha berpirsa parastina kurdan li çar parçeyên Kurdistanê ye û wiha domand: “Mînaka wê yekê helwesta gerîla ji êrişên dewleta Tirk li dijî Şengalê ye. Dema ku DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, hêzên Iraqê û Pêşmerge ji Şengalê vekişiyan, hêzên gerîla parastina êzidiyan kir. Her wiha wan Hewlêr û Rojavayê Kurdistanê parastin.”

Mihemed Salih Îbrahîm bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina Kurdistanê serî hilde.

'HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RÊ DA DEWLETA TIRK'

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Navçeya Dirbêsiyê Siûd Meîş jî îşaret bi bihaneyên dewleta Tirk ên êrişkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi bihaneya ku PKK`ê rêxistineke terorîst e û bi bihaneya parastina ewlehiya neteweyî êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Her wiha îdia dike ku ew bi hevkariya hin dostên xwe yên Kurd hewl dide Kurdan ji azarên vê rêxistina terorîst rizgar bikin.”

Meîş da zanîn ku qirkirina PKK`ê qirkirina tevahî gelê Kurd e û got: “Divê Kurdên ku bi welatên dijber re kar dikin vê rastiyê bizanibin.”

Meîş destnîşan kir ku PKK`ê nûnertiya gelê Kurd û banga mafên gelê Kurd dike, ku dewleta Tirk a dagirker pê îtiraf nake, di heman demê de bi hemû rêbazan hewl dide gelê Kurd qir bike.

Meîş bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî binpêkirina dewleta Tirk ji serweriya wê re şermezar kir û wiha domand: “Ji ber têkiliyên siyasî û aborî bi Tirkiyê re û ji bo parastina berjewendiyên malbatî û kesayetî, hikumeta Başûr rê da dewleta Tirk a dagirker ku di erdên wê de belav bibe.”

Mesûd Meîş diyar kir ku Kurd di qonaxeke dîrokî û hestiyar re derbas dibin, nexasim bi nêzîkbûna bidawîbûna peymana Lozanê di 2023`an de. Meîş wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê Kurd Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin û ji bo dema pêş a piştî bidawîbûna peymana Lozanê lêvegereke kudî ava bikin. Her wiha divê nekevin xefka planên dewleta Tirk û hewldanên dûrxistina Kurdan ji armancên wan ên sereke.”

(cx)

ANHA