​​​​​​​Du moşek li rojavayê Heqil El-Omer ketin

Du moşek li Heqil El-Omer ê gundewarê Dêrazorê ketin ku bargeha Koalîsyona Navneteweyî û QSD'ê ye.

​​​​​​​Du moşek li rojavayê Heqil El-Omer ketin
4 tîrmeh, 2021   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûdîrê Navenda Ragihandinê ya QSD'ê Ferhad Şamî got: "Du moşek ku jêdera wan ne diyar e li aliyê rojava yê Heqil El-Omer ê Dêrazorê ketin. Hêzên me Heqil El-Omer wekî baregehekê li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên terorêst girtiyê. Tu ziyan negihiştin şervanên me."

ANHA