Li Dêrikê wê hefteya çandî dest pê bike

Tevgera Hîlala Zêrîn li herêma Dêrikê amadekariyên lidarxistina hefteya çandî û hunerî dike.

Li Dêrikê wê hefteya çandî dest pê bike
4 tîrmeh, 2021   06:54
QAMIŞLO- ÎSAM ABDULLAH

Bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye”, Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya gelek komên girêdayî Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê, Navenda Aram Tîgran li Girkê Legê û Navenda Koçerat, amadekariyên lidarxistina hefteya çandî û hunerî dike.

Hefteya çandî sibê li parka Zozana ya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê dest pê dike.

Tê payîn ku li parkê konekî floklora kurdî bê vedan û tê de tiştên floklorî, cil û bergên kurdî û xwarinên floklorî bên nîşandan.

Di roja yekemîn a hefteya çandî de wê li bajarê Dêrikê bi beşdariya hemû tîmên beşdarî çalakiyê bûne, dê meşek bê lidarxistin û bang li şêniyan bê kirin da ku beşdarî çalakiyê bibin.

Çalakiyên hefteya çandî saet 18:00 dest pê dikin û heta saet 21:00 dewam dikin û dê 6 rojan dewam bike. Di hefteya çandî de wê tîmên jinan ên ji Navenda Dicle ya Dêrikê, Navenda Koçerat û Navenda Aram Tîgran govenda gelêrî ya kurdî û şanoyekî pêşkêş bikin.

Her wiha dê koma “Kevneşopî” dîlan û stranên floklorî pêşkêş bikin da ku çand û hunera kurdî ya resen bidin nasîn.

Têkildarî amadekariyên hefteya çandî li Dêrikê, endama komîteya amadekar Şemal Reşîd got armanc ji lidarxistina hefteya çandî, vejandina çand û hunera kurdî ye û nasandina cil û berg, xwarinên gelêrî û floklora kurdî ye.

/ar/uploads/files/2021/07/04/063835_shmal-rshyd.webp

Şemal Reşîd diyar kir ku amadekarî dewam dikin û di wê çarçoveyê de ew serdana gund û saziyan dikin û şêniyan ji bo beşdarbûna çalakiyan vedixwînin.

Endamê komîteya amadekar û çavdêrê perwerdekirina tîmên ji navenda Dicle yên beşdar, Mihemed Mihemed jî destnîşan kir ku perwerde rojane dewam dikin, da ku pêşandanên hefteya çandî baş û serkeftî bin.

/ar/uploads/files/2021/07/04/063852_mhmd-mhmd.webp

Tevgera Hîlal Zêrîn hemû sazî, navend û şêniyên herêmê vexwendin da ku beşdarî hefteya çandî bibin.

(cx)

ANHA