'Divê korîdorên mirovî nebin mijara bazar û nakokiyên siyasî'

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a li Sûriyê Hisên Osman piştrast kir ku di vê demê de gelek nîqaş der barê dergehên mirovî yên Sûriyê de tên kirin û got "Divê ev korîdor ji nakokiyên siyasî dûr bin."

'Divê korîdorên mirovî nebin mijara bazar û nakokiyên siyasî'
4 tîrmeh, 2021   00:46
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Mijara vekirina dergehên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re careke din derbasî nava ajandeyên navneteweyî bû. Gelek nîqaş li ser vekirina korîdorên mirovî di Lûtkeya G7`an de ya li paytexta Balçîkayê Brukselê hatin kirin. Lê heta niha tu çareserî xuya nabûne. Pirsa ku xwe dide pêş ; gelo ev dergeh dê werin vekirin an jî dê girtî bimînin û dewleta Tirk û Rûsya dê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bînin?

Girêdayî mijarê endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a li Sûriyê Hisên Osman ji ajansa me re axivî û got: “Gelek pirsgirêk têkildarî van dergehan hene. Lê divê em vê pirsê bikin; gelo Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê bikare biryara dirêjkirina vekirina van dergehan bide yan dê vetoya Rûsya-Çînê li pêşiya wê derkeve?”

Osman wiha domand: “Gelek dewletan ji bo ku ajande û timayên xwe yên li Sûriyê li ser hesabê gelê Sûriyê yê koçber bûye û azaran dikişîne, pêk bînin, dergehên mirovî wek kaxizeke siyasî bi kar anîn."

Osman diyar kir ku vetoya Rûsya –Çînê ku hewl didin li dijî biryarê bi kar bînin, li dijî qanûnên mirovî ye, lê gelek dewlet hene ku dixwazin vê yekê bi kar bînin, di nav de dewleta Tirk û nirxandina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk di mijara derbaskirina çekan ji Sûriyê re rola herî mezin lîst. Mînaka herî berbiçav jî îtîrafên serokê mafyayê yê Tirk Sedat Peker in ku piştrast kir ku hikumeta Erdogan çek dane komên terorîst û yên cîhadî.”

Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk alîkariyên mirovî bi kar anîn û bi rêya wan çek derbasî Sûriyê kirin û bi taybet piştî ku DAIŞ`ê rûberên fireh ên Sûriyê yên li seranserî sînorên bakurê Sûriyê yên bi Tirkiyê re, kontrol kirin.

Osman behsa îstîsmara siyasî ya li Sûriyê kir ku di navbera aliyên navneteweyî û herêmî de tê nîqaşkirin û wiha domand: “Halê hazir 2 proje hene û dê girêdayî wê nîqaş çêbin. Dê nakokiyeke siyasî têkildarî îstîsmara siyasî ya rewşa mirovî hebe. Projeya yekemîn projeya rojavayî ya bi serkêşiya Amerîkayê û ya duyemîn projeya rûsî ye ku Rûsya û Çîn serkêşiya wê dikin.”

Hisên Osman behsa gelek peymanên siyasî kir û got: “Dê ev yek pêk were. Lê divê girîngî li ser deriyê sînor ê El-Yerûbiyê be ku ji bo gelên herêmê gelek girîng e û ji 2020`an ve hatiye girtin. Ji ber wê kar û xebatên rêxistinên mirovî gelekî kêm bûne, bi taybet li gel pandemiya koronayê. Di encamê de pêdiviyên pêwîst mîna derman û derziyên koronayê kêm gihaştin herêmê.”

Osman di dawiyê de got: “Deriyên sînor û yên mirovî dive nebin bazar, hevrik û nakokiyên siyasî yên li Sûriyê rû didin. Hemû dewlet li gorî berjewendiyên xwe ajandeyan ferz dike. Yanî aloziya Sûriyê dê tenê bi rêya sûriyan bi xwe çareser bibe.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cufa7ao9Tig" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>