Gerîlayên şehîd Ekîn Rojava û Berwelat Mezlûm li Hesekê hatin bi bîranîn

Gerîlaya YJA Starê Berwelat Mezlûm  û gerîlaya YRK'ê Ekîn Rojava bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê hatin bi bîraîn.

Gerîlayên şehîd Ekîn Rojava û Berwelat Mezlûm li Hesekê hatin bi bîranîn
Gerîlayên şehîd Ekîn Rojava û Berwelat Mezlûm li Hesekê hatin bi bîranîn
Gerîlayên şehîd Ekîn Rojava û Berwelat Mezlûm li Hesekê hatin bi bîranîn
Gerîlayên şehîd Ekîn Rojava û Berwelat Mezlûm li Hesekê hatin bi bîranîn
Gerîlayên şehîd Ekîn Rojava û Berwelat Mezlûm li Hesekê hatin bi bîranîn
Gerîlayên şehîd Ekîn Rojava û Berwelat Mezlûm li Hesekê hatin bi bîranîn
Gerîlayên şehîd Ekîn Rojava û Berwelat Mezlûm li Hesekê hatin bi bîranîn
3 tîrmeh, 2021   19:11
HESEKÊ

Gerîlaya YJA Star Muhlîse Huseyîn (Berwelat Mazlûm) a ku 12’ê Hazîrana 2021'an li Zapê şehîd bûbû û gerîlaya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Roha Racî (Ekîn Rojava)y a ku 19'ê Hezîrana 2021'an di êrişeke hawayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Asos şehîd bû, bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê hatin bi bîraîn. Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarê wê, bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên li bajar beşdarî merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2021/07/03/182427_ahmd-asad.webp

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê QSD û YPJ'ê ve toraneke leşkerî hate lidarxistin. Paşê endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê Ehmed Esad axivî.

Esad sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got şehîdan ji bo welat û azadiya gelan tişta herî giran dan.

Ehmed Esad ev li gotina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan xwest vîn û projeya me ya demokratîk têk bibe, lê bi saya şehîdan, her carê têk diçe."

/ar/uploads/files/2021/07/03/182449_afynar-dyrk.webp

Bi navê hêzên leşkerî yên herêma Dêrikê fermandar Evînar Dêrik jî axivî û soza şopandina rêya têkoşer û hemû şehîdên azadiyê da.

/ar/uploads/files/2021/07/03/182709_rwjda-ahmd.webp

Dûvre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya her du şehîdan Ekîn Rojava û Berwelat Mezlûm xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA