Omer Salih bêdengiya Iraqê ya li hember êrişên dewleta Trik li dijî Şengalê rexne kir

Serokê PADÊ Omer Salih êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê wek hewldanek valakirina herêmê ji gelê wê û hewldana qirkirina civaka êzidî nirxand û got:"Iraq Şengalê wek herêmeke Iraqê dihesibîne, lê çima li hember êrişên dewleta Tirk bê deng e?"

Omer Salih bêdengiya Iraqê ya li hember êrişên dewleta Trik li dijî Şengalê rexne kir
4 tîrmeh, 2021   02:00
ŞENGAL- SÎPAN SILO

Piştî ku çeteyên armancên DAIŞ'ê yên valakirina Şengalê têk çûn, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Şengalê hîn jî didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker herî dawî di 30'ê Hezîranê de êrişî Şengalê kir. Her wiha erebeyeke sivîl bi balafireke bêpîlot li herêma kampa Serdeşt a koçberên êzidî li çiyayê Şengalê bombebaran kir.

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih ji ajansa me re got: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan qirkirina civaka êzidî ye. Deweleta Tirk naxwaze koçberên Şengalê venegerin ser axa xwe û her gav gefan dixwe ku alozî û tevliheviyê derdixe.”

Serokê PADÊ destnîşan kir ku rayedarên iraqî Şengalê wek xaka Iraqê dihesibînin û got ji ber vê yekê ew neçar in ku serweriya Iraqê biparêzin lê li hember êrişên dewleta Tirk bê deng in.

'DEWLETA TIRK DI SALVEGERA FERMANA 74’AN DE ÊRIŞÊN XWE ZÊDE DIKE'

Omer Salih piştrast kir ku gelek armancên dewleta Tirk ji van êrişan bi nêzîkbûna salvegera êrişa çeteyên DAIŞ'ê li dijî Şengalê ya di Tebaxa 2014'an de, gelek in û got: "Sivîl tên bombebarankirin û erebeya ku hatiye bombebarankirin 2 êzidî tê de bûn. Ji ber vê yekê dewleta Tirk nîşan dide ku êrişên xwe yên li dijî êzidiyan û hedefgirtina wan berdewam dike.”

'VÎNA ME XURT E '

Omer Salih piştrast kir ku dewleta Tirk naxwaze êzidî xwe bi rêxistin bikin û saziyên xwe ava bikin, ji ber vê yekê ew bi hemû rêbazan hewl didin wan bi bin bixin.

Salih got: "Vîna me xurt e û gelê me qebûl nake ku dijmin gavekê bi pêş de biavêje û hemû planên wan bi saya vîna gel têk çûn."

(dx)

ANHA