Derar: Heger çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê hebe em ê beşdar bin

Riyad Derar diyar kir ku têkildarî domdar bi dewletên Ewropa û aliyên têkildarî rewşa Sûriyê re hene û got:"Gelek dewlet bi domdarî bi me re di nava têkiliyan de ne û piştevaniya xwe ji xebatên me re diyar dikin. Teqez heger çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê hebe, em ê beşdar bin, nabe em werin dûrxistin."

Derar: Heger çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê hebe em ê beşdar bin
3 tîrmeh, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji destpêka ku hatiye avakirin ve di sala 2015'an de û heta roja me ya îro ji bo zelalkirina rastiya projeya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin di nava hewldanan de ye û hewl dide ku bi rêya civîn, panel û diyalogên navxweyî Sûriyeke demokratîk were avakirin.

Bi armanca sererastkirina têgîn û nêrînên ku hin aliyên dijberî demokrasiyê hewl didan berovaj bikin, MSD'ê nivîsgehên xwe li Qahîre û Washingtonê vekirin

Niha amadekariyan dike da ku di 4'ê Tîrmehê (Îro) nivîsgeha xwe li Viyanyayê veke.

Hevserokê MSD'ê di hevdîtinekê li gel ANHA'yê geşedanên dawî û armancên vekirina van nivîsgehan nirxandin/

Riyad Derar diyar kir ku demoktkirina Sûriyê ne mijareke hêsan e, ji ber ku êrişên dijber hene û got: "Rejîm dibêje ku gel naghêje asta pêkanîna demokrasiyê û hin opozisyon mîna rejîmê lê bi navê îslamê destpotiyê dike."

Hevpeyvîn wiha ye:

Wekî MSD'ê nivîsgehên we li Washington û Qahîre hene, niha jî hûnê nivîsgehekê li Viyanyayê vekin, armanca we ji vekirina van nivîsgehan çi ne?

Vekirina nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk li Viyanyayê beşek ji çalakiyên me yên li Ewropa û herêmên dîtir ên cîhanê ye. Armanca me ya sereke ew e ku em xwe bighînin hemû sûriyan, diyalogan pêk bînin, wêneya rast e rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bikin, ne wêneya qalibî ya ku hin kes û kesên bi navê opozisyonê parve dikin ku herêmê wekî kurdî û parçebûnê nîşan didin.

Bi rêya van hevdîtinên ku em bi sûriyan re pêk tînin em hewl didin vê mijarê bi temamî di mejiyê wan de zelal bikin.

Her wiha em hevdîtinan bi parlamenterên ewropî û siyasetmedaran re pêk tînin da rewş û rûdanên li herêmê ji wan re zelal bikin, em mijarên girêdayî terorê û çawaniya têkoşîna li hemberî wê, pirsgirêka girtiyên DAIŞ'ê yên li gel Rêveberiya Xweser û îmkana vekirina dadgehan ji bo wan an veguhestina wan li welatên wan da ku li wir werin darizandin, nîqaş dikin.

Her wiha di hevdîtinên me de yên bi aliyên têkildar re em mijara çawaiya çareserkirina pirsgirêka zarokên çeteyên DAIŞ'ê nîqaş dikin ku bi Rêveberiya Xweser re koordîne tê kirin da ku van veguhêzên welatên wan. Ji ber ku pêwîstiya vê mijarê bi alaqeyeke mezin û perwerdeyeke nû û cûda heye da ku ew zarok ji nû ve werin amadekirin.

Armanca sereke ew e ku wêneyeke rast li ser sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were dayîn. Ev sîstem demokratîk e, ne navendî ye, hewl dide çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re peyda bike û armanc ew e ku em tê de beşdar bin, ji ber MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî hemû hewldanan jî, ji bo çareseriya siyasî nehate vexwendin. Sedemên vê jî kêmasiyên destpêkê ne, her wiha ji fobyaya hin aliyên opozisyonê der barê herêmê de, lewma herêm hate paşguhkirin, em jî hewl didin van nêrînan sererast bikin.

Ji destpêka damezirandina MSD'ê ve hûn bi opozisyona demokratîk re di nava têkiliyan de ne, her wiha hûn hevdîtinan bi dewletên Ewropa û aliyên têkildarî Sûriyê re li dar dixin, gelo tu pêşketinên diplomatîk di vî warî de hene?

Têkildarî têkiliyên me yên domdar ên bi dewletên Ewropa û dewletên têkildarî Sûriyê re bi teqez em bi pêş de diçin, nêrîneke van dewletan a balkêş li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku ji nêrîna li şeklê kiryarên ku li herêmên bakur û rojavayê Sûriyê yên di bin serweriya komên çekdar û opozisyonê de cûda ye, ev alî xwe wekî alternatîfa rejîmê didin xuyakirin, lê hemû pêkhate û beşên Sûriyê tê de ne beşdar in, ev yek dihêle ku ev opozisyonê ji çavê wan dewletan bikeve.

Em her tim behsa pirsgirêka Sûriyê û çawaiya çareserkirinê dikin, em armancên xwe yên zindîkirina rihê demokrasiyê û şerê li dijî DAIŞ' ji dewletên Ewropayê re diyar dikin, em waneyeke balkêş li ser şeklê îslama ronakbîrî nîşanî wan didin, ji ber ku li herêmên me nêrîneke îslama ronakbîrî heye ku ji îslama tundraw û serweriya rejîmê ya li Şamê cûda ye.

Di aliyê diplomasî de, me wêneyek cûda li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da, rêzgirtineke mezin li hemberî pêşketinên li herêmê heye, her wiha têkiliyên domdar hene ku piştgiriyê didin xebatên me. Di encamê de lihevkirineke li ser projeyeke gundaw ji bo tevahî Sûriyê heye, ew dewlet destekê didin helwesta me. Bi teqez heger çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê hebe em ê beşdar bin û nabe em werin dûrxistin.

We projeya neteweya demokratîk hilbijartiye û armanca we demokratkirina Sûriyê ye. Gelo heta çi astê we ev proje bi raya giştî re da nasandin û nêrînên wan dewletan li ser vê projeyê çi ye?

Projeya çandî projeyeke demdirêj e, lê guhertina zihniyetê ne mijareke hêsan e, hinek hene şerê vê projeyê dikin û hin din hewl didin rengekî xisûsî ne ku rengekî ji bo giştî herêmê bidin vê projeyê, lê dema ku em behsa dozên çandî û civakî dikin ji bo hinekan balkêş e û qebûl dikin ku beşdarî wê bibin, her wiha qebulbûneke li ser maneyên ku jê derdikevin heye. Em fikirekê di mejiyê wan de diçînin, divê ev fikir bidome da ku geş bibe.

Demokratkirina Sûriyê ne tiştekî hêsan e, ji ber ku êrişên dijber hene, rejîm dibêje ku gel naghêje asta pêkanîna demokrasiyê û hin opozisyon mîna rejîmê lê bi wateyên îslamê destpotiyê dikin. Tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê behsa demokrasiyê tê kir û tê pêkanîn.

Gelo derbarê vê mijarê de tu çalakiyên wê yên hundirîn an derve hene?

Niha em hewl didin ku hevdîtinan li hundir û derve pêk bînin da ku tecrûbeya demokratîk bi xelkê re bidin naskirin, têgehên wê şîrove bikin û nêrînan li ser vê projeyê bidin. Pêwîstiya vê karî bi beşdarbûna rewşenbîr û siyasetmedaran heye.

Nîqaş li ser girîngiya dîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re hene, bi nêrîna we dewletên ku destwerdanê li Sûriyê dikin heta kijan astê di vê mijarê de cidî ne, heger cidî bin, gavên ku divê bavêjin çi ne?

Aloziya Sûriyê bûye aloziyeke bi girêk, ji ber ku destpêkê ve hewldanên erênî tunene. Civînên ji bo çareserkirinê hebûn, lê li bende hişti ku sûrî bi rêya lihevkirin an çareseriyeke çekdarî bighêjin lihevkirinê. Gelek dewletan destek dan çareseriya leşkerî, lê wê demê binkeftina vî rêbazî dîtin.

Çareseriya siyasî ew çareseriya rasteqîn e ku divê sûrî pê pabend bin. Ez texmîn dikim ku ev yek dê aliyekî lawaz bike û bihêle ku çareseriyê hilbijêre, an jî piştî hîs bike ku şerê çekdarî bê encam e dê çareseriyê bixwaze.

Hin dewlet çareseriya siyasî li ser bingehê ku Sûriye li aliyê wî be hildibjêrin, ev jî beşek ji nakokiyên navneteweyî û herêmê ye, di encamê de çareserkirina pirsgirêkên dewletên din li ser hesabê doza Sûriyê didome, sûrî yên ku xisarê dibînin.

Gavên cidî hîna dest pê nekirin, hîna hewldanên rêvebirina aloziyê, ne çareseriyê hene. Ji ber vê yekê divê sûrî gav bi gav ji bo çareserkirina vê aloziyê bixebitin.

ANHA