Panorama hefteyê: DYA'yê Wezareta Karên Derve ji bo rêvebirina dosyaya Sûriyê erkdar dike

Washingotinê dosyaya Sûriyê ji ewlehiya neteweyî veguherand Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ku dê bi wê re Sûriyê li ser lîsteya girîng a wê be. Lûtkeya Bexdayê jî girîngî da destwerdanên derve. Di heman demê de çavdêran got, avakirina baregehekê li ser sînorê bi Lîbyayê re ji aliyê Misirê ve yek ji vebijêrkên wê yên li hember serweriya Tirkiyê ye.

Panorama hefteyê: DYA'yê Wezareta Karên Derve ji bo rêvebirina dosyaya Sûriyê erkdar dike
4 tîrmeh, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya borî de besha tevger û bizavên Amerîkayê yên girêdayî Sûriyê, lûtkeya Bexda û tevgera Misirê li hember Lîbyayê kirin.

‘TÊKILDARÎ REWŞA LI SÛRIYÊ Û TEVLIHEVIYA LI BAKURÊ WÊ DYA KETE NAVA LIV Û TEVGERÊ`

Rojnameya El-Beyan di vê mijarê de wiha nivisî: “Piştî civîna di navbera Jeo Biden û Vladimîr Pûtîn de li Swîsreyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser asta dîplomatîk bi taybet li ser asta kar û barên derve girîngiyê dide dosyaya Sûriyê.

Li Romayê civîna 7`ên li dar ket. Nûnerê navneteweyî Geir Pedersen dê di demeke nêz de biçe Moskovê.

Li gorî çavkaniyên agahdar, DYA dê Wezareta Karên Derve bi rêvebirina dosyaya Sûriyê li şûna Meclisa Ewlehiyê erkdar bike.

Li gorî daneyan DYA li gorî du xetên hevseng kar dike; ya yekê hewl dide çareseriyeke siyasî li ser bingeha qebûlkirina Şamê biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY)peyda bike. Lê di heman demê de îşaret bi ferzkirina cezayên din dike. Li aliyekî din jî tevlihevî li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên dewleta Tirk berdewam in. Di teqînekê de li rojavayê gundewarên Helebê sivîlek hat kuştin û zarokek birîndar bû.” 

`LÛTKEYA BEXDAYÊ HÊVIYÊN ÎRAN Û TIRKIYÊ TÊK BIRIN'

Girêdayî encamên lûtkeya Bexdayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di destpêka lûtkeya sêalî ya li gel Misir û Urdinê de piştrast kir ku pêwîstî bi karekî hevbeş heye da ku aboriya herêmê û gelên wê werin pêşxistin.

Serokkomarê Misirê jî diyar kir ku welatê wî armanc dike hevkariyê di navbera her du welatan de li ser bingeha hevalbendiyeke stratejîk ji nû ve geş bike.

Qralê Urdinê banga xurtkirina hevkariya sêalî kir ku berjewendiyên hevbeş pêk tîne.

Ji helwestên li hemberî vê lûtkeyê çi bi rêya malperên tevna civakî yan jî bi rêya daxuyaniyan, diyar bû ku daxwazeke giştî heye ku ji hegemonyaya Îran û dewleta Tirk a li ser aboriya Iraqê were xilaskirin.”

‘BAREGEHEKE LEŞKERÎ LI SER SÎNORÊ LÎBYAYÊ; VEBIJÊRKÊN SÎNORDAR ÊN LI DIJÎ HEBÛNA DEWLETA TIRK`

Der barê kar û barên Misirê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Misir amadekariyên vekirina baregeheke leşkerî li ser sînorên bi Lîbyayê re dike. Misir wek gaveke redkirina hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê û redkirina vekişandina çete û hêzên xwe ji Terablusê, baregehê vedike.

Tê payîn ku serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî sibê (3`yê Tîrmehê) baregeke leşkerî ya hewayî û deryayî li herêma Cercûb a li nêzî sînorên xwe yên Lîbyayê veke. Wê gelek rayedarên Ereb ên ji dewletên cuda tev li merasîma vekirinê bibin, di nav de rayedarên lîbyayî hene. Dezgehên çapemeniyê îşaret pê kirin ku dibe Xalîfe Hefter fermandarê Artêşa Nîştimanî û şêwirmend Eqîle Salih serokê parlamentoyê û serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî tev li merasîmê bibin.

Li gorî çavdêrên rewşa herêmê, Misir ne ji valahiyê ev dem diyar kir da ku baregehê veke. Di 3`yê Tîrmehê de salvegera dûrketina Îxwanan ji desthilata Misirê ye. Ji lew re Misir bi rêya wê gelek peyaman dide ku wê Misir bi awayekî cidî li hemberî hewldanên Îxwanan ên li Lîbyayê bisekine.

Li gorî heman çavdêran Misir ji vekirina baregehê dema ku dewleta Tirk ji mijara vekişandina çeteyan ji Lîbyayê xwe dide alî, dixwaze nîşan bide ku Misir bi bûyerên li ser sînorên xwe yên rojava eleqedar e."