Endamên HPC`ê li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê daketin qadan

Li navçeya Dirbêsiyê bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Kantona Hesekê û welatî daketin qadan û êrişên Tirkiye yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK`ê şermezar kirin.

Endamên HPC`ê li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê daketin qadan
Endamên HPC`ê li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê daketin qadan
Endamên HPC`ê li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê daketin qadan
3 tîrmeh, 2021   18:01
HESEKÊ

Xwepêşandêr li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger a navçeya Dirbêsiyê kom bûn û alên HPC`ê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin, her wiha pankartên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyanet" vekiribûn.

/ar/uploads/files/2021/07/03/173121_dirbrsiye-mes-28129.webp

Xwepêşandêr li kolanên sereke yên bajarê Dirbêsiyê geriyan û sloganên"Bijî berxwedan û têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê, na ji xiyanetê re" berz kirin. Meş li pêşiya navenda Kongreya Star veguherî mîtîngê, li wir deqeyeke rêzg hate girtin, piştre endamê Rêveberiya Hêzên Parastina Civakê ya Kantona Hesekê Mihemed Cemîl axivî û êrişên faşîzma Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi alîkariya PDK`ê pêk tên, şermezar kirin.

Mihemed Cemîl ev xal rêz kirin :"Êrişên Tirkiye yên domdar ên li dijî gelê Kurd neteseduf in, ji destpêka ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê hatiye avakirin ve, asta van êrişan bilind bû ku vîna gelê Kurd dike armanc, lê belê her çi qasî êrişên Tirkiye zêde bibin, jî asta berxweda û têkoşîna gelê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Tirk jî bilindtir dibe."

Mihemed Cemîl têkildarî piştgiriya PDK`ê ya ji êrişên li dijî Hêzên Parastina Gel da ku li dijî çiyayên Kurdistanê şer bikin, mixabiniya xwe destnîşan kir û got:"Kiryara PDK`ê ya şerê li dijî Kurdan; dijminê Kurdan bi xwe ev yek nekiriye, ji bo xizmeta dijminê Kurdan bike, tevahiya hêza xwe ya leşkerî û hemû rêbazan bi kar anîn."

Mihemed Cemîl destnîşan kir ku tu cudabûn di navbera êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê û komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan de ku derbasî sala xwe ya 22`an bûye, tune ye û got:"Tevde dikevin xizmeta aliyekî."

Cemîl bang li gelê Kurd ên li tevahiya parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî planên sîstemên desthilat ên li dijî gelê Kurd, hêzên wan ên leşkerî û rêber Abdullah Ocalan serî hildin.

Mîtîng bi sloganên"Na ji xiyanetê re û bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

(eh)

ANHA