Parêzerên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê kir

Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê panelek li ser guhartina demografî li dar xist. Di panelê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku hebûna dewleta Tirk li Efrînê û herêmên dîtir ên xaka Sûriyê bi dagirkeriyê bi nav bike û wan ji xaka Sûriyê derxînin.

Parêzerên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê kir
Parêzerên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê kir
Parêzerên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê kir
Parêzerên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê kir
Parêzerên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê kir
Parêzerên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê kir
Parêzerên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê kir
Parêzerên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê kir
3 tîrmeh, 2021   15:23
ŞEHBA

Bi navnîşana " Li Efrînê guhartina demografî û sûcên revandinê", Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê panelek li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Di panelê de bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, desteyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û nûnerên ji partiyên siyasî amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, di panekê de du mijar hatin nirxandin; guhartina demografî (avakirina avahiyên mêtingehan) û revandin û cihên girtinê.

Endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Narîman Hesen mijara yekemîn a panelê bi rê ve bir, li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê, guhartina demografî, dagirkirin, komkujî, koçberkirina şêniyan û neçarkirina wan ji war û malên wan axivî.

Narîman Hesen wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker sûcên guhartina demografî berdewam dike, navên kolan, qadên giştî û gundan dike tirkî, şûnwarên Efrînê wêran dike, zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê yên resen koçber kirin û li şûna wan zêdetirî 400 hezar şêniyên Xûta, Humis û herêmên dîtir bi cih kir."

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo li ser beşa duyemîn a panelê ya bi navê revandin û cihên girtinê axivî û got rêxistinê ji dema dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 7 hezar û 600 rewşên revandinê belge kirin.

Şêxo li ser cihên girtinê li Efrînê û girêdayî kîjan koma çeteyan e axivî û ev xal rêz kir jê, navenda girtinê ya li Basûtê ku çeteyên Firqeya El-Hemzat bi çavdêriya îstîxbarata Tirkiyê bi rê ve dibin, her wiha navenda girtinê ya li stasyona trênê ya li navçeya Reco ku îstîxbarata Tirkiyê bi rê ve dibe û bi girtîgeha herî qirêj tê binavkirin.

Şêxo îşaret bi sûcên revandinê kir û got êdî di nava komên çeteyan de ku pereyên mezin bi dest bixin, bazirganiyek e, her wiha şêniyên resen ên li Efrînê mayî tengav bikin û neçarî koçberiyê bikin.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û ji hêla endamê yekitiyê Lezgîn Kor ve hat xwendin.

Di encamnameyê de bang li civaka navneteweyî û saziyên wê hat kirin ku bi erkên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî li gorî mîsaqên NY’yê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rabin. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û herêmên dîtir ên Sûriyê sûcên şer, dermirovî pêk tînin, qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike.

Bangên ku hatine kirin:

1-Hebûna dewleta Tirk li Efrîn û herêmên dîtir ên Sûriyê bi nerewabûn û dagirkeriyê were wesifkirin.

2-Hewldan û xebat bi rêya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî werin kirin ku aqûbeta revandinî û windayan were diyarkirin û werin berdan.

3-Komîteyeke ji bo eşkerekirina rastiyan were şandin da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê werin belgekirin.

4-Derfet li pêş dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî were vekirin ku derbasî herêmên dewleta Tirk dagir kirine, da ku rastiyên sûcên wê werin eşkerekirin.

5-Divê civaka navneteweyî dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û garantiya vegera ewle ya koçberan bide.

6-Divê komîteyeke hiqûqî were avakirin ku li dijî Ebdulhekmîn Beşar, Fûad Elîko û Îbrahîm Biro dozê veke ku ew hevkariyên dewleta Tirk in.

7-Hevkarî bi rêxistin û aliyên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan were kirin ku delîlan pêşkêş bikin û hevkariyê bi rêxistin û saziyên civaka sivîl li Sûriyê re bikin û raporan pêşkêî komîteyên navneteweyî bikin.

8-Divê mîna van panelan li ser asta herêmî û navneteweyî werin lidarxistin û berdewamkirin.

(fr)

ANHA