Desteya Aborî û Çandiniyê ya Cizîrê pêşbirkek ragihand

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê ji bo pêşxistina qada aborî li herêmê di gelek aliyan de pêşbirkeke ragihand.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Cizîrê pêşbirkek ragihand
3 tîrmeh, 2021   14:54
QAMIŞLO

Bi armanca hilbijartina gelek karmendan ji bo rêveberiya giştî ya çandinî, sewaldarî, gerînende û komîteyên girêdayî wê, Desteya Aborî û Çandiniyê dê pêşbirkekê di vê mehê de li dar bixe. Ji bo pêşbirkê ev beş tên xwestin; endazyarên çandiniyê ji hemû beşan, peymangehên çandinî, kesên amadehiya çandinî û giştî xwendine, kesên zanîngeh bi dawî kirine û ajokar.

372 kes ji bo pêşbirkê navê xwe li avahiya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya Qamişlo qeyd kirine.

Ji tevahî herêm, bajar û navçeyên kantona Qamişloyê, kesên ku navên xwe ji bo pêşbirkê qeyd kirine, 41 endazyarên çandiniyê ne, 57 kesên ji (peymangeh û zanîngeh) zanîngeh xwendine, 242 kesên pê re bawernameyên refa 12 hene û 40 ajokar in.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Hediye Elî da zanîn ku beriya 10 rojan pêşbirk hatiye ragihandin û pêdiviya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê bi pispor û endazyarên çandiniyê heye ku sazî werin aktîfkirin û pêşxistin.

Hediye Elî got pêdiviya wan bi xwendekarên xwedî bawername û pisporî hene ku xebata saziyan bi pêş bikeve, li ser vê bingehê xwendekar tev li pêşbirkê dibin û derbasî ezmûna nivîskî bibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vkcPcxpazbA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>