Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne

Şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Hesekê ragihandin ku li dijî tevahî provakasyonên ku hikumeta Şamê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û milîşên Îranê pêk tînin bi QSD'ê re ne û gotin; divê destûreke nû ji Sûriyê re were dayîn ku yekitiya xak û tevahî gelê Sûriyê misoger  bike.

Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Kurd û Ereb: Li hemberî provakasyonan em bi QSD'ê re ne
3 tîrmeh, 2021   16:41
HESEKÊ

Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê û Meclisa Leşkerî ya Hesekê ji bo pêşîlêgirtina provakasyonan û sekna li hember çewtiyên li herêmê civînek li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/07/03/142857_zynb-shytka.webp

Civîn li Xwaringeha Teyfûr a li taxa Til Hecer a Hesekê li dar ket, tê de nêzî 150 kesayetên siyasî yên eşîrtî, civakî û rewşenbîr ên ji tevahî şêniyên herêmê, Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd û Şêwirmenda Meclisa kantona Hesekê Zeyneb Şîtka amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivî û wiha got: "Ji bo pêkanîna jiyana hevbeş, biratiya gelan û azadiyê me zêdetirî 11 hezar şehîd dan û zêdetirî 22 hezar birîndar bûn, ji bilî wê jî zirarên aborî û civakî çêbûn."

Nûrî Mehmûd anî ziman ku ji destpêka şoreşê û heta niha ve gelek kom bi îdiya ku banga azadî û demokrasiyê ji bo herêmê dikin, derketin, lê van aliyan şoreş û eneriyên civakê li gorî berjewendiyên xwe bikaranîn.

Mehmûd da zanîn ku tevahî aliyên ku idîaya şoreşê dikirin şopên wan neman, tenê komên çete yên ku xizmetî dewleta Tirk û Îranê dikin mane.

Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran vebû, beşdaran bang kir ku divê doza girtiyan û dosyayên tevahî girtiyan ji nû ve were lêpirsînkirin, xebatên di saziyan de zelal be, xizmetguzarî baş bin, jê dabînkirina avê, nan, gaz û dîtina projeyeke altarnatîfê stasyona Elokê û başkirina rewşa aborî.

Li aliyekî din jî Şêwirmenda Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka wiha got: "Armanc ji vê civînê guhdarkirina li nêrîn û xwestekên şêniyan e, ji ber ew nûnertiya xwestek û astengiyên li pêş tevahî gel dikin. "

Zeyneb Şîtka wiha gotina xwe berdewam kir: "Em tevahî xwestekên ji kêmbûna avê û kehrebeyê vediguhêzin aliyên têkildar da ku li ser bisekinin. Li gel me projeyên ji bo çareserkirina van pisgirêkan hene, tevî ku teknîkên nûjen tune ne ku di divê merheleya dijwar de ya ji ber dorpêçê pêdiviya me pê heye."

Zeyneb Şîtka wiha pê de çû: "Armanc ji dorpêçê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Ji tevahî pêkhateyên herêmê tê xwestin ku li hember planên bi armanca têkbirina aramiya bisekinin."

Zeyneb Şîtka da zanîn ku ew ê bi cidiyet û rêzdarî li ser nêrînan di civînê de hatine kirin bisekin û hewl bidin çare bikin.

Di dawiya civînê de encamnameyek hat dayîn û ji hêla endamê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fewaz El-Zewbe ve hat xwendin.

Di encamnameyê de wiha hate gotin:

/ar/uploads/files/2021/07/03/142915_fwaz-alzwba.webp

"Li gel geşedanên siyasî, ewlehî û aborî, girtina tevahî dergehên mirovî, qutkirina ava çemên Firat û Xabûrê, qutkirina ava vexwarinê ji stasyona Elokê û berdewama sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dagirkirina xaka Sûriyê nexasim li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Bab û herêmên dîtir ên Sûriyê, her wiha koçberkirina şêniyên wan ên resen û guhartina demografî, em rûspî, şêxên eşîran û nûnerên pêkhateyên Hesekê û gundewarên wê radigihîn ku li dijî tevahî kiryarên provakasyonên ku hikumeta Şamê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û milîşên Îranê pêk tînin helwesta me sabit e ku em bi QSD'ê re ne.

Divê xebateke cidî were kirin ku tevahî gelên herêm bibin yek û destûreke nû ji Sûriya pêşerojê re were dayîn ku yekitiya xak û tevahî gelê Sûriyê misoger  bike.

Em bang li şêxên eşîr, nûnerên pêkhate, sazî, rêxistinên civaka navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê dikin ku bi hêz û cidî li hember tevahî sûcên li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekin."

(fr)

ANHA