Li Qamişloyê trafîka zêde û alternatîfên wê

Li Qamişloyê tevgera erebeyan zêde ye, sedema vê yekê jî zêdebûna hejmara niştecihan e. Welatiyan diyar kir ku erebeyên veguhastina giştî yên wekî basên gel û bîskilêtan alternatîf in û zirarê nagihînin jîngehê.

Li Qamişloyê trafîka zêde û alternatîfên wê
3 tîrmeh, 2021   07:18
QAMIŞLO

Qerebalixa trafîkê yek ji pirsgirêkên sereke yên bajarê Qamişloyê ye, nexasim li navenda bajêr ku liv û tevgera niştecihan zêde ye û li bajêr hejmareke mezin ji koçberan heye. Li aliyekî din jî sekinandina erebeyan li kêleka rêyan pirsgirêkê mezintir dike û qerebalixê zêdetir dike, di encamê de bandorê rasterast li tevahiya bajar dike.

Pêşketina qada aborî badoreke mezin li aloziya trafîkî dike, veguhastina kel û pelan, pêwîstiya wan bi kamyon û dezgehên veguhastinê yên  mezin heye û ev yek dihêle ev diyarde zêdetir bibe.

Her sibeh bazar û navenda bajarê Qamişlo qerebalix dibe, ji ber ku şêniyên navçeyê û gundên derdorê têne bajêr û welatî erebeyên taybet zêde bi kar tînin.

Êdî ev pirsgirêk bala gelek welatiyan, nexasim ajokaran dikişîne û dihêle tevahiya kesên li derve aciz bibin.

/ar/uploads/files/2021/07/02/191819_shahyn-ahmd.webp

Welatiyê bi navê Şahîn Ehmed ji ANHA`yê re axivî û got: "Li bazara navendî ya Qamişloyê qerebalixeke mezin heye, ji ber welatî erebeyan zêde bi kar tînin û wan li hundirê bazarê dihêlin, ji lew re bandorê li tevgera çûn û hatinê dike. Ji ber vê yekê ez erebeya xwe li pêşiya deriyê malê dihêlim û yan bi erebeyên giştî têm an jî bi meşê têm da ku qerebalix kêm bibe."

Welatiyê bi navê Mihemed Taha jî axivî û diyar kir ku hejmara erebeyên li Qamişloyê zêde ye, hejmara geracan li hemberî erebeyan pir kêm in, ji ber vê yekê diyardeya qerbalixa trafîkî çêdibe.

Taha destnîşan kir ku pirsgirêk ne di zêdebûna hejmara erebeyan de ye, her wiha di tengbûna kolanên sereke de û sazûmaniya berê ya bajêr de ye ku li gorî rewşa heyî ne guncav e.

/ar/uploads/files/2021/07/02/191850_mhmd-th.webp

Mihemed Taha îşaret pê kir ku divê welatî biskîlêtan li şûna erebeyan bi kar bînin, ji ber ku erebe jîngehê qirêj dikin.

Li Qamişloyê beriya niha gelek pêngav hatin destpêkirin da ku biskîlêtan li şûna erebeyan bi kar bînin û rê li pêşiya qirêjbûna hewa bigirin.

Der barê bilindbûna hejmara erebeyan û qirêjbûna jîngehehê de endamê Rêveberiya Nivîsgeha Qada Jîngehê ya Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê Munzir Silêman axivî û got: "Binesaziya Qamişloyê nikare vê qerebalixê ragire, hejmara erebeyan û bandorên ji ber  erebeyan çêdibin, zirareke mezin digihîne jîngehê."

/ar/uploads/files/2021/07/02/191907_mnthr-slyman.webp

Silêman bang li welatiyan kir ku bikaranîna erebeyan kêm bikin û got: "Ne hewce ye em di gerên kurt de erebeyan bi  kar bînin, ji bo demê kêm bikin mirov dikare kar bi carekê biqedîne."

Têkildarî alternetîfa vê pirsgirêkê, Silêman diyar kir ku erebeyên veguhastinê yên giştî yên wekî basên gel dikarin qerebalixa trafîkê kêm bikin.

Mûnzir Silêman got: "Ji erkên giring ên gerînendetiya jîngehê zêdebûna rûbera hêşînahiyê ye, zindîkirina avakirina baxçeyên giştî û projeyên mezin ên wekî daristanan jî çêkin."

/ar/uploads/files/2021/07/02/191832_malk-mhmd.webp

Li aliyekî din jî endamê Rêveberiya Polîsên Trafîkê ya Qamişlo Malik Mihemed axivî û got: "Ji ber ku navenda sereke ya peydakirina pêwîstiyan e, polîsên trafîkê dewriyeyên xwe yên li ser pêyan û erebeyan zêde kirin û her saet tev digerin. Hejmara bendên terafîkê jî zêde kirin, nîşaneyên trafîkê jî danîn da ku çûn û hatin hêsan bibe û bikarin şertên rêwîtiyê kontrol bikin."

Mihemed di dawiyê de destnîşan kir ku nepabendbûna welatiyan a bi pîvanên rêwîtiyê û erebeyên xwe li deverên neveqetandî bi cih dikin, dihêle qerebalix çêbe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fLzuWXzz__M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>