Rojnameyên erebî: Îsraîl plan dike ku projeya nukleerî ya Îranê têk bibe

Rojnameyên erebî vê sibê der barê plana Îsraîlê ya ji bo têkbirina projeya nukleerî ya Îranê, vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê û aloziya bendava El-Nehdayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Îsraîl plan dike ku projeya nukleerî ya Îranê têk bibe
3 tîrmeh, 2021   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎLÊ PLANÊN XWE YÊN LI DIJÎ ÎRANÊ EŞKERE KIRIN’

Têkildarî kar û barên Îsraîlê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gorî çavkaniyên leşkerî yên pêbawer ên Til Avîvê serokerkanê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi di serdana xwe ya ji bo Washingtonê de ya di hefteya borî de pêk hat, gelek peyamên diyar ên têkildarî îhtîmala vegera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re, ragihandin rêveberiya Amerîkayê. Di nav de pêkanîna êrişeke leşkerî ji aliyê Îsraîlê ve li Îranê û gelek planên din.

Li gorî analîzvanê leşkerî yê rojnameya Yediot Aharonot Alex Fishman, Kochavi ku hefteyek li Washingtonê ma, di paneleke girtî ya li gel generalan de û hevdîtina xwe ya bi rayedarên amerîkî de mîna wezîrê parastinê Lloyd Austin, serokerkan Mark Milley, şêwirmendê ewlehiya neteweyî Jack Sullivan û gerînendeyê CIA`yê William Burns re gelek plan pêşkêş kirine. Her wiha ji wan re gotiye ku Îsraîl biryara binxistina projeya nukleerî ya leşkerî ya Îranê beriya salekê li ser hilbijartinên serokatiya Amerîkayê û heta beriya axaftina li ser vegera lihevkirina nukleerî daye.”

‘VALAKIRINA BAREGEHA BAGRAM JI BO TALÎBANÊ KONTROLKIRINA WELÊT HÊSAN DIKE’

Der barê vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Valakirina baregeha leşkerî ya Bagram a Kabûlê ji aliyê DYA’yê ve û radestkirina erka birêvebirina wê ji artêşa Efganistanê re, hewldana tevgera Talîbanê ya kontrolkirina Efganistanê hêsan dike. Rayedarên leşkerî yên Amerîkayê bi fikar in ku piştî temamkirina vekişînê di Îlona bê de, tevliheviyeke ewlehiyê çêbe ku di encamê de şerekî navxweyî rû bide.

Baregeha Bagram navenda sereke ya operasyonên stratejîk ên Amerîkayê yên li Efganistanê ye. Ji wir şerê demdirêj ê li dijî tevgera Talîban û rêxistina El-Qaîde hevalbenda wê piştî êrîşên 11`ê Îlonê dest pê kir.”

‘ALOZIYA BENDAVA EL-NEHDAYÊ… MECLISA EWLEHIYÊ YA NY’YÊ HEFTEYA BÊ DICIVE’

Girêdayî aloziya bendava El-Nehdayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Balyozê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Nicolas de Riviere got Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê dê hefteya bê bicive da ku nakokiya di navbera Misir, Sûdan û Etiyopyayê de ya têkildarî bendava El-Nehdayê çareser bike. Lê di heman demê de destnîşan kir ku civîn dê sembolîk be û meclis nikare tiştekî zêde ji bo bidawîkirina nakokiyê bike. Tenê dikare aliyan li hev bicivîne da ku metirsiyên xwe rave bikin. Nicolas de Riviere piştrast kir ku gelek ji wan metirsiyan rewa ne û got ez nafikirim ku meclis zêdetirî vê yekê tiştekî bike.”