Hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk dîlgirtiyên xwe bi hev guhertin

Bi çavdêriya Rûsyayê, hêzên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk dîlgirtiyê xwe bi hev guhertin.

Hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk dîlgirtiyên xwe bi hev guhertin
2 tîrmeh, 2021   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 5 leşker û efserên hêzên hikumeta Şamê serbest berdan ku di demên cûda de ew dîl girtibûn, li beramberî wê hikumeta Şamê jî 5 çete radest kir.

Pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera herdu aliyan de ya 5'emîn ku bi çavdêriya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi rêve diçe. Her wiha beriya lidarxistina toreke nû ya dan û standinên Astanayê pêk hat ku dê 7 û 8 Tîrmehê li Kazaxistanê li dar bikeve.

Wezarê Karê Derve yê Rûsyayê Sergi Lavrov beriya du rojan lihevkirineke bi Tirkiyê re derbarê avakirina herêmeke bêyî leşker de ragihandibû.