Konseya Ewropa ji endamên xwe xwest welatiyên xwe yên DAIŞ’î wergire

Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê bang li welatên endamên konseyê kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirin.

Konseya Ewropa ji endamên xwe xwest welatiyên xwe yên DAIŞ’î wergire
2 tîrmeh, 2021   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Mafê Mirovan Dûnja Mijotavic, çavdêriyên xwe ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) şand û têkildarî welatiyên dewletên aliyê Peymana Mafên Mirovan ên Ewropayê ku niha li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, got: “Dikeve çarçoveya darazê ya van dewletan.”

DMME’yê wê rewşa jinên ciwan ên tev li DAIŞ’ê bûne û niha li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne meha Îlonê lêkolîn bike. Biryar jî wê çend mehên din bê eşkerekirin.

Mijotavic diyar kir ku di serî de zarok û yên din ên li kampan rewş wan a tenduristî û ewlekariyê, tenduristiya wan a fîzîkî û ruhî dixe xeteriyê, anî ziman ku dewletên endam yekane rêya ku erkên xwe pêk bîne, wan vegerandina welatê xwe ye.

Mijotavic negirtina hinek welatên endam tê wateya binpêkirin mafê jiyana malbat û taybet a kesî û diyarkir ku zarok tîne ziman divê dayikên wan jî li gel wan bê girtin.

Ji Adara 2019’an û vir ve piştî têkbirina DAIŞ’ê û şûnde 80 jinên Fransî û nêzî 200 zarok li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Fransa heta niha piranî sêwî 35 kes vegerandiye welatê xwe, daxwaz kir ku yên têgihiştî jî li qadê bê darezandin.

Almanya, Holllanda û Fînlandiya hinek welatiyên xwe girtine. Danîmarka û Belçîka jî diyar kir ku ji bo girtina zarokan amadekarî dikin.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Antony Blinken di civîna Koaslîyona Navneteweyî ya li Dijî DÎŞ’ê ya 28’ê Hezîranê li Roma kiribû jî bang li îtifaqên li dijî DAIŞ’ê kiribû ku welatiyên xwe bigirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî di peyamek ji bo civînê dabû jî gotibû ku divê DAIŞ’î û malbatên wan ji bo welatên wan bên vegerandin.

Li gorî rapora Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan li 2 kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 63 hezar jin û zarokên DAIŞ’î hene.