PYD: Daxuyaniya hêzên têkoşîna li dijî terorê yên Başûrê Kurdistanê rastiya wan rave dike

PYD`ê bi rêya daxuyaniyekê destnîşan kir ku daxuyaniya hêzên têkoşîna li dijî terorê yên Başûrê Kurdistanê rastiya wê saziyê rave dike û ev zimanê tijî kîn û nefret tenê berjewendiyên dijminê gelê Kurd pêk tîne.

PYD: Daxuyaniya hêzên têkoşîna li dijî terorê yên Başûrê Kurdistanê rastiya wan rave dike
2 tîrmeh, 2021   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Demokratîk (PYD) têkildarî tawanbarkirina partiya wan bi kuştina kesê bi navê Emîn Îsa, ji aliyê hêzên têkoşîna li dijî terorê yên Başûrê Kurdistanê ve, daxuyaniyek da û got ev daxuyanî dijminane ye û rastiyê berovajî dike.

Daxuyanî wiha ye:

“Dema ku îstixbarata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerên Rêveberiya Xweser û partiya me yên Hewlêrê girtin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e, hêzên têkoşîna li dijî terorê yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke dijminane li dijî partiya me dide. Ev daxuyanî ne rast e û rastiyê berovajî dike.

Partiya me ya herî zêde rastî tundiyê, îşkenceyê û girtinê hatiye. Rûmeta Kurdan ji her îxanetekê û êrişekê diparêze. Di têkoşîna li hemberî zilmê de bi dehan şehîd dan. Delîla herî mezin jî girtina nûnerên me yên Hewlêrê beyî ku tu gunehekî bikin.

Em vî zimanê dijminane şermezar û red dikin. Têgeh û peyvên derexlaqî û yên ji nirx dûr ên li dijî me hatine gotin, rastiya vê saziyê rave dikin. Ev zimanê tijî kîn tenê berjewendiyên dijminên gelê me pêk tîne.

Em ji gelê xwe re piştrast dikin ku me li hemberî zilma Baas û DAIŞ`ê li ber xwe daye û em li hemberî hemû hewldanên derxistina fitneyê û dijminahiyê di nava gelê Kurd de bisekinin û li ber xwe bidin. Em dê mîna berê bi nirxên şehîdan û gelê xwe ve girêdayî bin û dê wê biparêzin.”

(şx)

ANHA