Kongreya Star qetilkirina keçeke biçûk li Hesekê, şermezar kir

Kongreya Stara sûcê komî yê hovane yê li dijî keçekê li Hesekê pêk hatiye, şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê li dijî kuştina wê çalakiyan li dar bixin. Kongreyê piştrast kir ku sûcdar dê li gorî qanûnên jinan werin darizandin.

Kongreya Star qetilkirina keçeke biçûk li Hesekê, şermezar kir
2 tîrmeh, 2021   12:32
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Li ser malperên tevna civakî dîmenek hat belavkirin ku tê de xuya dibe ku keçeke biçûk a ji taxa Xiwêran a Hesekê bi guleyan bi awayekî hovane ji aliyê çend kesan ve tê kuştin. Li gorî pêşbiniyan ew kes endamên malbata wê ne.

Di dîmenê de xuya dibe ku komeke ciwan keçikê dibin maleke kavil. Li gorî ji dîmenê xuya dibe, keçek piştî guleyan nefesa xwe ya dawîn dikişîne û diqîre û dibêje: “Bavêje serê min.”

Der barê mijarê de berdevka fermî ya Kongreya Star Remziye Mihemed ji ajansa me re axivî û got: “Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re navên gelek jinên Kurd, Ereb, Çerkez û Suryan derketin pêş ku cihê xwe di qadên şer de û hemû warên din de girt da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zîhniyeta mêran xilas bikin.”

Remziye wiha domand: “Gelek jin li ser bingeha xwebirêxistinkirinê tev li pergala heyî bûn. Ev pergal rastî gelek êrişan ji aliyê dewletên desthilat ve, di serî de dewleta Tirk û hikumeta Şamê tê û ji ber ku jinan mohra xwe ya pêşeng danî ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê. Ev yek di hedefgirtina malake sivîlan de ya li gundê Helincê yê rojhilatê gundewarê Kobanê ji aliyê delweta Tirk ve baş diyar bû ku di encamê endamên Kongreya Star Zehre Berkel, Hebûna Mele Xelîl û dayîka Emîne şehîd ketin.

Li rex wê jî dewleta Tirk a dagirker jinên Ereb dike hedef ku roleke girîng ji bo birêxistinkirina civakê lîst, mîna her du şehîdan Seide El-Hirmas û Hind El-Xidêr her du endamên Meclisa Bajarokê Til Şayir ê kantona Hesekê. Dewleta Tirk ji vê hewldanê armanc kir ku pêkhateyên herêmê parçe bike û projeya biratiya gelan a herêmê têk bibe.”

Remziye destnîşan kir ku li rex êrişên domdar ên li dijî dewletên desthilatdar ên li dijî jinan, lê kevneşopên riziyayî hîna bandorê li civakê dike û wiha pê de çû: “Qetilkirina keça biçûk Eyde El-Hemûdî (13) bi guleyan ji aliyê komek kesan ve ku îhtîmal heye malbata wê bin, encama wê bandorê ye”

LIDARXISTINA ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ

Remziye ev bûyer şermezar kir û got: “Zîhniyeta mêran a di nava civakê de hîna qetilkirina keçeke biçûk sûc nabîne ku zewicandina biçûk red kir. Lê belê navên exlaqî lê dikin û îdia dikin ku ew Şermê dişoin û şerefê zilam diparêzin. Ev zihniyet li dijî civakî ye û bi wê dixwazin kevneşopiyên berê vejînin ku bi bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re tune bûn. Em li hemberî vê sûca hovane bê deng namînin û bi vîna jinên birêxistinkirî em dê şerî van siyasetên desthilatdarî bikin û dê çalakiyên protestoyî li dar bixin.”

Her wiha Remziye îşaret pê kir ku sponserên zihniyeta mêran hewl dide tevlihevî û nakokiyê di nava civakan de derxin da ku tirsê bikin nava dilên jinan û rê li pêşiya wan bigirin ji bo ku banga mafên xwe nekin û da ku ferzkirina zihniyeta mêran li ser civakê bi giştî û jinan bi taybet bidomînin.

DARIZANDINA SÛCDARAN LI GORÎ QANÛNÊN JINAN

Berdevka fermî ya Kongreya Star Remziye Mihemed piştrast kir ku kesên sûcdar wê li dadgeha edaleta civakî û Meclisa Jinan a girêdayî dadgehê bi rêya Mala Jinan a pisporê mafên jinan werin darizandin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Divê rêxisitnên jinan û hiqûqî tev li darizandina sûcdaran bibin. Wan li gorî qanûnên jinan derizînin û ceza bikin. Da ku mîna van sûcan li dijî jinan careke din pêk neyên.”

Li gorî madeya 17`an a qanûnên jinan ku sala 2014`an hatiye derxistin, kuştina bi hinceta şerefê sûc e. Cezayê wê di navbera 3 heta 20 salan de ye. Her wiha şirîkê pêkanîna sûc bi girtinê heta 9 salan ceza dike.

(şx)

ANHA