Şandeya Rêveberiya Xweser li Swêdê bi rayedaran re geşedanên dawîn nîqaş kirin

Rayedarên swêdî di civîna li gel şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rola ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de pê radibe, pîroz kir û her wiha her du aliyan geşedanên li herêmê rû didin, bi taybet sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, nîqaş kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser li Swêdê bi rayedaran re geşedanên dawîn nîqaş kirin
2 tîrmeh, 2021   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya hikumeta Swêdê ya li Stokholmê bi siyasetmedar û dîplomatên swêdî re civiyan û her du aliyan rêbazên têkoşîna li dijî terorê û rûniştandina ewlehiyê li herêmê, her wiha sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî nîqaş kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebduselam Mistefa, endamê Daîreya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Swêdê Şiyar Elî pêk hat.

Şandeya rêveberiyê ji aliyê serokê Komîteya Têkiliyan a Parlamentoya Swêdê Kenneth Forsland, serokê Komîteya Têkiliyan a Partiya Sosyalîst a Swêdê Anders Osterby, serokê Şaredariya Stokholmê Kader Kosogi, gerînendeya Balmanya Centerê Anna Sodertrum û endamê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Swêdê Thomas Humberberry ve hat pêşwazîkirin.

`EM FEDAKARIYÊN WE YÊN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ Û PÊKANÎNA EWLEHIYÊ JI BÎR NAKIN`

Di civînê de berpirsê Komîteya Têkiliyan a Parlamentoya Siwêdê Kenneth Forsland bixêrhatina şandeyê kir û got: “Em minetdarê têkiliya bi we re ne. Em fedakariyên we yên ku ji bo têkoşîna li dijî terorê û pêkanîna aramiyê ji bîr nakin. Pêwîstiya vî şerî bi kedên mezin û bêhempa heye. Hûn bi rola xwe rabûn.”

Paşê her du aliyan geşedanên dawîn ên li Sûriyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim sûcên dewleta Tirk a dagirker nîqaş kirin. Her wiha her du aliyan pêwîstiya meşandina xebatan ji bo parastina ewlehiya herêmê piştrast kir.

Bedran Çiya Kurd di civînê de got: “Doza bingehîn ku her kesî digihîne hev, şerê li dijî terorê û siyasetên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî ne, bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê û guhertina demografîk li wan herêman dide meşandin. Ji bo wê şêniyên wê yên resen dide koçberkirin. Em hêvî dikin ku em bi hev re ji bo pêkanîna aştiyê û ewlehiyê ji şêniyên herêmê re kar bikin.”

Der barê rola neyînî ya dewleta Tirk a li Sûriyê de Bedran Çiya Kurd got: “Dewleta Tirk bi rêya siyasetên xwe yên li herêmê armanc dike Împaratoriya Osmanî vejîne, tevliheviyê, şerekî navxweyî derxe û ewlehiya li herêmê têk bibe. Her wiha bi awayekî sereke hewl dide çareseriya aloziya Sûriyê asteng bike.”

Tê payîn ku di çend rojên bê de şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana gelek welatên ewropî bike û civînan bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Ewropayê re li dar bixe.

(şx)

ANHA